Mesrûr Barzani bo xelkê Hewlêrê: Erkê xwe bi cih bînin û avê zêde bikar neyînin

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê vekir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nav merasîma vekirina qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez bo Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tê de dilxweşiya xwe ji bo vekirina qonaxa yekê ya vê projeya srtratejîk a gelek mezin diyar kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje da ku, di çend salên borî de hest dikir ku krîza avê krîzeke cidî ye û xelk ji ber wê dinale û got, “Ji aliyekî ve, guherîna keşûhewayê, nebarîna baranan, kêmbûna asta ava binerd û berfirehbûna bajarê Hewlêrê wesa kir ku krîza avê bibe krîzek ku bi rengekî cidî hizir di çarekirina wê de bê kirin.”

Eşkere jî kir, “Ev projeya ku ew çend sal bûn mixabin nedihat bicihanîn, ji ber ku şîrketa berê nikarîbû erkê xwe bi cih bîne, min ji Rêzdar Xalid xwest ku wî karî bike. Wî ew erk bi kêfxweşî qebûl kir û got: Bi îzna Xwedê, em dê çi ji destê me tê bikin.” Herwesa got, “Em berî kêmtir ji salekê li vê derê bûn û me kevirê bingehîn ê vê projeya stratejîk danî.”

Herwesa destxweşî li Rêzdar Xalid û Hêmin Groupê kir û ragihand, “Niha em qonaxa yekê ya vê projeyê vedikin, ku bi rastî jî di demeke pîvankî de, bi awayê herî baş ji hêla şîrketeke xwemalî, endezyarên xwemalî, dîzayna xwemalî û wekî ku min bihîstiye piraniya keresteyên ku hatine bikar anîn jî xwemalî ne ev proje bi cih aniye. Ev cihê destxwşiyê û şanaziyê ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa spasî û destxweşî pêşkêşî Şaredarî û Geştyarî û Parêzgeha Hewlêrê jî kirin ku, ew jî bi erkê xwe rabûn û bi hemî rengan alîkariya vê projeyê kir. Wî herwesa destxweşî li desteya nivîsîngeha xwe jî kir ku, berdewam ew proje şopandiye û her tiştekê pêdivî ji bo temamkirin û biserxistina wê kiriye û xemsarî nekiriye.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa daxwaz ji xelkê Hewlêrê jî kir ku, ew jî erkê xwe bi cih bînin û hêvî ji wan kir ku avê zêde bi kar neyînin û got, “Av çend zêde be, biparêzin, em dê pêdivî wê bibin. Ev erkê her aliyekî ye ku pêdivî ye her kesek wekî xwe alîkariya hikûmetê û biserxistina projeyên wesa bike.” Eşkere jî kir, “Me bername heye, ji bo dubarebikaranîna avê û paştir dubarebikaranîna wê ji bo baxçeyan û avdana keskatiyan. Bi îzna Xudê, em dê vê projeyê jî di demeke nêzîk de bixin kar û bi cih bînin.”