Mesrûr Barzanî: Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêkê bizav kiriye hikûmeteke xizmetkar be

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê vekir.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nav merasîma vekirina qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez bo Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tê de dilxweşiya xwe ji bo vekirina qonaxa yekê ya vê projeya srtratejîk a gelek mezin diyar kir.

Mesrûr Barzanî di gotara xwe de got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê her ji destpêka karên xwe heta niha, her wezaretekê li ser astê berpirsyarîtiya xwe bizav kiriye ku hikûmeteke xizmetkar be û xizmeta gelê xwe bike, çi mijara av û avrêyan be, rê bin, çandinî be, hinardekirina berhemên navxweyî be, dabînkirina elektrîka 24-seetî be, dabînkirina xizmetên dîjîtal be na jî mijara sektora bankê be.”

Navbirî ron jî kir, “Wezareta Navxwe di warê alîkarîkirina welatiyan de ji bo birêvebirin û hêsankirina karûbaran, mijara polîsên navxwe, polîsên trafîkê çawa bikarin asta ajotina timbêlan baştir bikin û ajotina li ser cadeyan baştir bikin, kariye van hemiyan rêk bixe. Bi her hal, her wezaretekê li dû pêdivîtiya xwe wekî erkê li ser milên xwe kar kariye.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Ev proje bersiva hemî wan gotinan in ên ku hin kes dixwazin gumanê bixin ser karên xizmetkarî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Em projeyên wesa çê dikin û em wan wekî erkê xwe dibînin. Ew tiştên ku divê hemî xelkî li hemî Kurdistanê hebin ev in ku, av hebe û pirsgirêkên avê nebin, elektrîka 24-seetî hebe, ku ev jî pareke din a wan projeyên e yên ku niha tên bicîhanîn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragihand, “Ez kêfxweş im ku dibînim tevahiya Hewlêrê û piraniya Silêmanî û Dihokê niha elektrîka 24-seetî heye. Niha zêdetirî 2 milyon kesan li Kurdistanê elektrîka 24-seetî heye û 80% ya xelkê Kurdistanê ji berê kêmtir pereyê elektrîkê didin, ji bilî heke kesek bixwaze zêdetir elektrîkê xwerc bike.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Plan ew e ku sala bê elektrîka 24-seetî ji tevahiya Kurdistanê re bê peydakirin. Elektrîka 24-seetî ji bo zêdekirina dema elektrîkê li seranserî Kurdistanê ye, lê li hin deveran zûtir dest pê kiriye. her wesa ye jî, mimkin nîne hemî bi hev re be. Em hêvî dikin ku pirsgirêka elektrîkê bibe mijara dîrokê û êdî xelkî êdî ew arêşe nebe ku elektrîka giştî tê an jî dengê jeneratoran û dûmana jeneratoran û pirsgirêkên ku pê re tên.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Feydeyekî din ê vê projeya avê ew e ku êdî pêdivî nake em li Hewlêrê ava binerd bikar bînin. Ez hêvî dikim ku girtina van bîran asta ava binerd dîsa bilind bike. Ji aliyekî din ve jî, ji bo derxistina ava binerd, pêdivî bû gelek jenerator hatiban bikaranîn. Wan jeneratoran jî gelek dûman çê dikir û keşûhewayê bajarî jî pîs dikir. Ji bilî gihandina avê, ev başî jî tê de hene. Bi îzna Xudê, em dê di demeke nêzîk de encaman bibînin û xelk jî dê wan bibîne.”