Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Ji sedê 80 ya Kurdistaniyan ji berê kêmtir pereyê elektrîkê didin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê vekir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di nav merasîma vekirina qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo Hewlêrê de gotarek pêşkêş kir û tê de dilxweşiya xwe ji bo vekirina qonaxa yekê ya vê projeya srtratejîk a gelek mezin diyar kir û herwesa behsa elektrîka 24-seetî, mûçeyên fermanberan, têkiliyên Hewlêr û Bexdayê û çend pirsên din jî kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa ragihand, “Ez kêfxweş im ku dibînim tevahiya Hewlêrê û piraniya Silêmanî û Dihokê niha elektrîka 24-seetî heye. Niha zêdetirî 2 milyon kesan li Kurdistanê elektrîka 24-seetî heye û 80% ya xelkê Kurdistanê ji berê kêmtir pereyê elektrîkê didin, ji bilî heke kesek bixwaze zêdetir elektrîkê xwerc bike.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Plan ew e ku sala bê elektrîka 24-seetî ji tevahiya Kurdistanê re bê peydakirin. Tevî ku hin caran tê gotin ku elektrîka 24-seetî li ser hesabê kêmkirina elektrîkê li deverên din e, ku ev bi tu awayî rast nîne. Elektrîka 24-seetî ji bo zêdekirina dema elektrîkê li seranserî Kurdistanê ye, lê li hin deveran zûtir dest pê kiriye. her wesa ye jî, mimkin nîne hemî bi hev re be, lê hêdî hêdî hemî Kurdistanê vedigire.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Em hêvî dikin ku êdî pirsgirêka elektrîkê jî bibe mijareke dîrokê û êdî xelkî ew arêşe nebe ku elektrîka giştî tê an jî dengê jeneratoran û dûmana jeneratoran û pirsgirêkên ku pê re tên. Ew tev bibin parek ji dîrokê û em bikarin êdî van pêdivîtiyan ji xelkî re dabîn bikin, ku pêdivî bû zûtir heban.”
Ev di demekê de ye ku, li gorî datayên herî dawiyê yên Projeya Ronakiyê, elektrîka zêdetirî 450 hezar malan û 90 hezar hevparên bazirganî di çarçoveya wê projeyê de niha bûye 24-seetî.