Mesrûr Barzanî: Projeya hawarhatinê ava vexwarinê ya 24-seetî dabîn dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî vekirina qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyamek li ser tora civakî ya Xê parve kir û tê de got, “Piştî kêmtir ji salekê ku me soz dabû em pirsgirêka avê li Hewlêrê çareser bikin, îro me soza xwe bi cih anî.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her îro (Yekşem, 20ê Tîrmeha 2025ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê nivîsiye, "Me qonaxa yekê ya projeya hawarhatinê ya gehandina avê ya bilez ji bo bajarê Hewlêrê vekir, ku bi budceya 480 milyon dolaran tê çêkirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî daye, “Ev proje ava vexwarinê ya 24-seetî peyda dike û cihê şanaziyê ye ku ew di demeke pîvankî de ji hêla şîrketên xwemalî û destê karî yê navxweyî ve hatiye bicihanîn.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Piştî kêmtir ji salekê ku me soz dabû em pirsgirêka avê li Hewlêrê çareser bikin, îro me soza xwe bi cih anî û pirsgirêka avê ji bo 30 salên din hat çareserkirin.”