Sûdanî û General Kurilla li ser hevkariya ewlehiyê civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) General Michael Kurilla, li ser mijarên ewlekarî, seqamgîrî û peywendiyên dualî yên di navbera Bexda û Waşîngtonê de civiyan. 

Li gor daxuyaniya nivîsgeha ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, civîn îro 21ê Tîrmehê li Bexdayê pêk hat. Mijarên sereke yên civînê girîngiya seqamgiriyê û rûbirûbûna terorê li Iraq û Sûriyeyê bûn.

Di civînê de ku Fermandarê nû yê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî terorê li Iraq û Sûriyeyê Kevin Lampart jî amade bû, behsa peywendî û hevkariyên di navbera Iraq û Hevpeymaniya Navdewletî de, û qonaxên veguhestina peywendiyên ewlekarî yên dualî hat kirin.

Daxuyaniyê destnîşan kir, beşeke din a civînê ji bo nirxandina karên lijneya hevbeş a Iraq û Amerîkayê, hemahengiya ewlekarî, û pêşhatên li Sûriyeyê û bandora wan li ser ewlekariya herêmê bû.

Di dawiya civînê de, Sûdanî tekezî li ser girîngiya parastina aramiyê, dûrketina ji sedemên berfirehbûna aloziyan û aktîvkirina peywendî û hevkariyên dîplomatîk kir.