Rubio çareseriya pirsa mûçe û petrola Kurdistanê bi Sûdanê re gotûbêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, Wezîr Marco Rubio di peywendiyeke telefonî de ligel Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, li ser pirsa mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, hinardekirina petrola Herêmê û metirsiya komên çekdar ên li Iraqê gotûbêj kiriye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê îro 23ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de eşkere kir, di peywendiya telefonî ya di navbera Rubio û Sûdanî de, sê mijarên serekî hatine nirxandin. Mijarên gotûbêjê; dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, dubare destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê û kêmkirina bandora Îranê ya li ser Iraqê bûn.

Di peywendiyê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê tekezî li ser girîngiya lêpirsînê ji wan kesan kir ku destê wan di êrîşên dawî yên li ser binesaziya enerjiyê ya Iraqê de heye. Rubio herwiha bal kişand ser pêwîstiya girtina tedbîran da ku ev êrîş di pêşerojê de dubare nebin.

Peyama ji bo Herêma Kurdistanê

Marco Rubio amaje bi girîngiya berdewamkirina dayîna mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û destpêkirina hinardekirina petrolê bi rêya boriya Iraq-Tirkiyeyê kir.

Ev peywendiya telefonî di demekê de pêk hat, Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê duh 22ê Tîrmehê ragihandibû, ji dahata nepetrolî ya Herêmê, 120 milyar dînar ji bo mûçeya meha Gulanê weke pereyê keş xistiye ser hesabê bankî yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal.

Nîgeranî li ser Yasaya Heşda Şeibî

Rubio nîgeraniyên cidî yên Amerîkayê derbarê projeyasaya Heşda Şeibî de, ku niha li Parlamentoya Iraqê rawestayî ye, dubare kir. Wî da zanîn ku her yasayeke bi vî rengî dê bibe sedema xurtkirina bandora Îranê û komên çekdar, ku ev yek serweriya Iraqê têk dide.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment