Amerîka li şûna hilweşandinê, Yasaya Qeyser diguherîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîteya Xizmetên Darayî ya Encûmena Nûneran a Amerîkayê projeyasayek ji bo guhertina "Yasaya Qeyser" a li dijî Sûriyeyê pesend kir. Projeyasa ne ji bo rakirina cezayan, lê ji bo guhertina wan û danîna şertên nû ye. 

Projeyasa ku ji aliyê Kongressmenê Komarî Michael Lawler ve hatiye pêşkêşkirin, çend armancên sereke tê de hene. Ew armanc dike ku sînordariyên li ser bankan ji nû ve binirxîne, şerê li dijî şûştina pereyan xurtir bike û ji bo betalkirina dawî ya "Yasaya Qeyser" şertên nû yên mafên mirovan deyne.

Li gorî projeyê, dema beşxşîna ji cezayan ji 180 rojan bo du salan tê dirêjkirin. Herwiha, heke rêveberiya Amerîkayê piştrast bike ku hikûmeta Sûriyeyê du salan li pey hev şertên diyarkirî pêk aniye, wê demê dê Yasaya Qeyser bi temamî were rakirin. Di projeyê de xalek jî heye ku rêveberiya Amerîkayê neçar dike ku derbarê hêsankariyên ji bo Banka Navendî ya Sûriyeyê zanyariyan bide Kongressê.

Tevî ku proje li komîteyê hatiye pesendkirin jî, hîn gelek gav mane ku bibe yasa. Pêwîst e Komîteya Karûbarên Derve ya Civata Nûneran jî lê binêre û paşê ji bo dengdana dawî pêşkêşî Civata Nûneran û Senatoyê (Kongress) were kirin.

Armancên din ên projeyê

Pêşkêşkarê projeyê Michael Lawler got, projeyasa ji bilî mijarên darayî, banga "parastina kêmnetewe û azadiyên olî û têkoşîna li dijî bazirganiya Keptagonê" jî dike, weke beşek ji pêngavên Kongresê ji bo nirxandina rakirina cezayên li ser Sûriyeyê.

Nerazîbûn û nîqaş

Senatorê Komarî, Joe Wilson, li dijî projeyê derket û got, "Ev nêzîkatiyeke şaş e û ne li gorî rojeva Serokê Amerîkayê Donald Trump a derbarê Sûriyê de ye." Wilson hêviya xwe anî ziman ku komîte li biryara xwe vegere û tekez kir ku "hilweşandina rasterast a Yasaya Qeyser dê aramiya herêmê xurtir bike."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment