Tirkiyeyê yekem mûşeka xwe ya hîpersonîk nîşan da

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 17emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşesaziya Berevaniyê (IDEF 2025) de, Tirkiyeyê yekem car mûşeka xwe ya hîpersonîk (ser-deng) a bi navê "Tayfun Blok 4" nîşanî cîhanê da. Ev mûşek ji aliyê kompanyaya "Roketsan" ve hatiye çêkirin û weke pêngaveke nû di pîşesaziya berevaniyê ya Tirkiyeyê de tê dîtin.

Pêşangeha îsal bi beşdariyeke mezin a navneteweyî balê dikişîne. Wezîrên berevaniyê ji 33 welatan û zêdetirî 120 şandeyên payebilind, di nav de cîgirên wezîran û serokerkan, beşdarî pêşangehê dibin. Herwiha, zêdetirî 400 kompanyayên navneteweyî ji 44 welatên cuda, berhemên xwe yên herî dawî nîşan didin. Pêşangeh dê 10 rojan berdewam bike.

Tayfun 4 dê dawiya îsal bikeve xizmetê

Stêrka sereke ya pêşangehê, mûşeka "Tayfun Blok 4" e. Ev mûşek ku nifşê çaremîn ê mûşekên "Tayfun" e û ji sala 2022an ve di bin geşepêdanê de ye, tê payîn ku heta dawiya îsal bikeve xizmeta Artêşa Tirkiyeyê.

Taybetmendiyên Mûşeka "Tayfun Blok 4"

Ev mûşeka nû xwedî taybetmendiyên teknolojîk ên pêşketî ye ku wê dike yek ji çekên herî girîng ên herêmê.

Cûr: Mûşeka Balîstîk a Hîpersonîk 

Dirêjahî: 10 metre

Giranî: 7.2 ton

Tîre: 938 mîlîmetre

Dûrahî: Zêdetirî 1000 kîlometre

Lezahî: Hîpersonîk

Kompanyaya Çêker: Roketsan

Teknolojiyên tê de hatine bicihkirin:

- Sîstema GPS a pêşketî

- Sîstema kontrola firînê û rêberiya zîrek

- Plansaziya pêşwext a rêgeh û armancê