Wezareta Darayî dema dabeşkirina mûçeyê meha Gulanê aşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aboriyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dema dabeşkirina mûçeyê meha Gulanê ya fermanber û mûçexwaran eşkere kir û ragihand, dê di nava sê rojan de mûçeyên hemû wezaret û saziyan were dabeşkirin.

Wezareta Darayî û Aboriyê îro Pêncşemê, 24ê Tîrmeha 2025an lîsteya dabeşkirina mûçeyê belav kir.

Li gorî xişteya ku hatiye weşandin, proseya dabeşkirinê dê sibe 25ê Tîrmehê, dest pê bike û roja 27ê Tîrmehê, bidawî bibe.

Wezaretê herwiha destnîşan kir, ew xanenişînên di çarçoveya projeya "Hejmara Min" de mûçeyên xwe werdigirin, dikarin her ji îro Pêncşemê ve bi rêya amûrên ATMê mûçeyên xwe werbigirin.