Li parêzgeha Dihokê komîteyên ji bo parastina jîngehê tên pêkanîn
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo parastina jîngehê û rêgirtina li pîsbûna cihên geştiyarî û giştî, Parêzgeha Dihokê biryar da, komîteyên taybet ava bike da ku çavdêriya rewşê bikin û kesên ku pabendî rênmayan nabin ceza bikin.
Li qezaya Sêmêlê, tîmên Qeymeqamiyê dest bi serdan û çavdêriya cihên geştiyarî, xanî û zeviyên çandiniyê kirine da ku xwediyên wan ji biryara nû agahdar bikin. Li gorî biryarê, avêtina her cure zibil û bermayiyan li ser rê û cadeyan, li nava newalan û cihên giştî qedexe ye û kesên ku vê yekê bikin dê bên cezakirin.
Qeymeqamê Sêmêlê Xelîl Mehmûd ji K24 re ragihand: "Ev biryar ji bo parastina jîngeha me gelekî girîng e. Mixabin hinek xwediyên zevî û baxçeyan bermayiyên xwe li ser rêyên sereke diavêjin. Ev yek hem dîmenekî ne xweş çêdike, hem jî ziyanê digihîne tenduristiya mirovan û xwezayê."
Welatiyên deverê jî pêşwazî li vê pêngavê dikin. Sidîq Sîd, ku xwediyê zeviyekê ye, dibêje: "Em gelek kêfxweş in bi vê biryarê û em ê hevkariyê bikin. Pîsî ji bo her tiştî zerar e, heta ji bo ajalan jî. Divê em û hikûmet bi hev re kar bikin da ku deverên me paqij bimînin."
Ev biryar dê li hemû qeza û nahiyeyên ser bi parêzgeha Dihokê ve were cîbicîkirin û armanc jê ew e ku paqijiya parêzgehê, ku li ser asta Iraqê weke yek ji paqijtirîn bajaran tê naskirin, were parastin û rê li ber qirêjbûna jîngehê were girtin.