Dadgeha Kerxê cezayê bidarvekirinê da endamekî DAIŞê ku bi tawanên li dijî Êzidiyan hatiye tawanbarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Encûmena Dadwerî ya Bilind û bi taybetî jî Dadgeha Kerxê li dijî endamekî DAIŞê, ku bi tawanên li dijî Êzidiyan hatiye tometbarkirin, biryarek da; her di wê biryarê de itîraf bi tawana komkujiya Êzidiyan jî hatiye kirin.
Encûmena Dadwerî ya Bilind û bi taybetî jî Dadgeha Kerxê îro (Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025ê) ji bo cara sêyê biryarek li dijî endamekî DAIŞê da, ku bi tawanên li dijî Êzidiyan hatiye tawanbarkirin. Di wê biryarê de amaje bi qanûna girêdayî keç û jinên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne jî hatiye kirin, bi taybetî jî madeya (7/1), ku itîrafê bi komkujiya Êzidiyan dike.”
Dadgeha Kerxê eşkere jî kiriye ku, cezayê bidarvekirinê ji bo wî tometbarî hatiye derxistin û li sala 2014ê li Şingalê tevlî gelek tawanên terorîstî yên li dijî Êzidiyan bûye.
Encûmena Dadweriyê di vî warî de ragihandiye, “Ev biryar di demeke pêdivî de bû û em wê bilind dinirxînin, herwesa em ji ber cezakirina tawanbarên doza tawanên li dijî Êzidiyan jî dilxweş in.”
Encûmena Dadweriyê herwesa gotiye, “Ew biryar li ser bingeha qanûna girêdayî keç û jinên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne hatiye damezrandin û yek ji qanûnên herî girîng e, ku ji welatiyan re xizmet kiriye û tekista û madeyên girîng dihewîne, herwesa bi eşkereyî itîraf bi komkujiya Êzidiyan jî kiriye.
Her îro keçeke din a Êzidî, ku piştî dagirkirina Şingalê û parêzgeha Neynawayê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, piştî derbazbûna 11 salan hat rizgarkirin.
Li gorî Peyamnêrê K24ê li Dihokê Mahir Ilyas, ew keç, ku navê wê Rêham Hecî Hemê ye û jiyê wê 20 sal e, ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve li Kampa Holê hatiye dîtin û rizgarkirin.
Dema ku Rêham ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, jiyê wê tenê neh sal bûn. Xûşkek û pênc birayên wê jî digel 30 kesên din ji kesûkarên wê yên nêzîk, ku ew jî ji hêla DAIŞê ve hatibûn revandin, hîn jî winda ne.
Dayik û bavên Rêhamê, ku li Kampa Îsyayê ya komelgeha Şêxanê dijîn, niha çûne Rojavayê Kurdistanê da ku keça xwe vegerînin Herêma Kurdistanê.
Her li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê, ev keç li sala 2014ê, di dema êrîşa çekdarên DAIŞê li ser Xanesorê de, bi 77 endamên malbata xwe û kesûkarên xwe re ji hêla Çekdarên DAIŞê ve hatiye revandin, lê piştî 11 salan zêdetirî 30 ji wan hîn jî winda ne.