Nûnerê NY: Divê pirsgirêka mûçeyan zirarê negihîne xelkê
Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnerê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Iraqê, Mihemed Hessan, hêviya xwe anî ziman ku pirsgirêka mûçeyan zirarê negihîne welatiyan û tekez kir ku serkirdatiya li Bexda û Hewlêrê ber bi çareseriyê ve diçin.
Mihemed Hessan îro 26ê Tîrmehê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Mijara têkildarî mûçeyan, pirseke navxweyî ya Iraqê ye û em hêvîdar in ku rewş bi awayekî ku zirarê bide xelkê asayî berdewam neke."
Nûnerê NY da zanîn ku "hişmendiya serkirdatiya li Bexda û Hewlêrê tevahiya Iraqê ber bi encam û çareseriyekê ve dibe."
Derbarê rewşa giştî ya Iraqê de jî Hessan got: "Birêxistinkirina navmala Iraqê, parastin û başkirina wê, ji bo Iraqê pêwîst û girîng e."