Yekîtiya Xwendekar û Lawan: Divê Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê lêborînê ji gelê Kurd bixwaze

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Xwendekar û Lawanên Demokrat a Kurdistanê radigihîne, eger Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê biryara xwe ya li dijî zimanê Kurdî hilneweşîne, ew ê tîmeke parêzeran bişînin Dadgeha Federalî û doza yasayî li ser wezaretê tomar bikin.

Di daxuyaniyekê de ku îro Şemiyê 26ê Tîrmeha 2025an hatiye belavkirin, Yekîtiya Xwendekar û Lawanan ragihand: "Mixabin, bi nivîseke fermî, Wezareta Xwendina Bilind a hikûmeta federal a Iraqê, zimanê Kurdî li zanîngeh û peymangehên hikûmî û taybet qedexe dike. Ev yek ji bilî ruhekî nijadperestî û têkdana pêkvejiyana gelên Iraqê, ti wateyeke din nîşan nade."

Di daxuyaniyê de amaje bi xala 4emîn a destûra herdemî ya Iraqê hatiye kirin û tê de hatiye gotin: "Di bendên (a) û (b) de bi awayekî zelal hatiye diyarkirin ku zimanê Kurdî û Erebî du zimanên fermî ne li welat, û mafê hemû Iraqiyan parastî ye ku zarokên xwe bi zimanê dayika xwe fêr bikin."

Yekîtiya Xwendekar û Lawanên Demokrat a Kurdistanê, ligel şermezarkirina vê biryarê, daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind dike ku di zûtirîn dem de vê biryarê hilweşîne û herwiha lêborînê ji gelê Kurdistanê bixwaze, ji ber ku li gorî destûrê zimanên Kurdî û Erebî zimanên fermî yên welat in.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye tekezkirin, eger Wezareta Xwendina Bilind a Iraqê biryara xwe ya li dijî zimanê Kurdî hilneweşîne, Yekîtiya Xwendekar û Lawanan dê tîmeke parêzeran bişîne Dadgeha Federalî û dozeke yasayî li dijî wezaretê tomar bike. Herwiha hatiye gotin ku ew ê rêyên din jî ji bo betalkirina vê biryarê bigirin ber xwe û nehêlin ku ew derbas bibe.