Nûneratiya Hikumeta Herêmê li Bexdayê: Biryara Wezareta Xwendina Bilind dijî destûrê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, bi nivîseke fermî daxwaz ji Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolîna Zanistî ya Hikûmeta Federalî kir ku biryara xwe ya derbarê qedexekirina zimanê Kurdî di azmûnên zanîngehên Kerkûk, Mûsil û Diyaleyê de hilweşîne û tekez kir ku ev biryar li dijî destûrê ye.

Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê îro 26ê Tîrmehê di daxuyaniyekê de ragihand, biryara wezaretê ya bi hejmar (ت م 3/8298) ku di 16ê Tîrmeha 2025an de derketiye, ti palpiştî û bingeheke wê ya yasayî nîne. Biryar, tenê zimanê Erebî di azmûnên zanîngehên Kerkûk, Mûsil û Diyaleyê de ferz dike û wergerandina pirsan bo zimanê Kurdî û bersivdana xwendekaran bi Kurdî qedexe dike.

Nûneratiya Hikûmeta Herêmê diyar kir, ev biryar dijî xala (4) a destûra sala 2005an û li dijî bingeha wekhevî û dadperweriyê ye ku di xala (14) a heman destûrê de hatiye destnîşankirin. Herwiha hat gotin ku "ev biryar beşeke mezin a xwendekarên Kurd ji mafê wan ê destûrî bêpar dihêle."

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, ti yasayeke Iraqî rê li ber danîna pirsên azmûnan bi zimanê Kurdî nagire, belkî ev yek bi temamî li gorî bingeha piranî û naskirina pirrengiya çandî û zimanî ye ku destûrê tekezî li ser kiriye.

Herwiha, Nûneratiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê dibêje, "Rêgirtina li danîna pirsên azmûnan bi zimanê Kurdî, dibe sedema daketina asta wergirtin û têgihiştina qutabiyan, û ev yek jî bandoreke neyînî li ser proseya fêrbûnê û kalîteya wê dike."

Di dawiyê de, Nûneratiya Herêmê bang li Wezareta Xwendina Bilind a Federalî kir ku naveroka vê biryarê betal bike. Ev daxwaz "di çarçoveya pêkanîna dadperwerî, wekhevî, cîbicîkirina destûrê, û bihêzkirina hevkarî û hevahengiya di navbera her du wezaretan de" hatiye kirin. Di vê çarçoveyê de amaje bi rêkeftina dawî ya di navbera wan de jî hate kirin ku tê de wergirtina rêjeya 5% ji derçûyên kolejan û dabînkirina 100 kursiyên xwendina bilind ji bo zanîngehên Herêma Kurdistanê heye.