Pêla şewatan li Tirkiye û Bakur : Bi dehan gund hatin valakirin û 21 kes hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gel bilindbûna pileyên germê û bayê bihêz, pêleke mezin a şewatên daristanan gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê vegirtiye. Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand ku tenê di rojekê de 76 şewatên mezin derketine û ji ber metirsiyê nêzîkî deh gund hatine valakirin û bi hezaran kes bo cihên ewle hatine veguhestin.

Hewldanên ji bo kontrolkirina şewatan li gelek deveran, bi taybetî li Bursa, Karabuk û Mereşê, berdewam dikin.

Li Bursayê zêdetir ji 110 hektar şewitîn

Li bajarê Bursayê, di navbera navçeyên Gursu û Kestelê de şewateke mezin derketiye. Wezîrê Gihandin û Binesaziyê yê Tirkiyeyê, Abdulqadir Uraloglu, ku li herêmê çavdêriya hewldanên vemirandinê dike, ragihand ku bayê bihêz karê tîman zehmet dike.

Uraloglu got: "Li du navçeyên Bursayê agireke mezin derket. Bilindbûna pileyên germê û bayê bihêz dibe sedema firehbûna agir. Zêdetirî 110 hektar daristan şewitî. Heta niha du gund hatine valakirin û zêdetirî 1300 kes hatine veguhestin."

Parêzgarê Bursayê jî da zanîn ku bi giştî 480 mal û 1765 welatî ji herêmê hatine dûrxistin û hewldanên vemirandinê bi 500 makîneyên kar û hejmareke zêde ya karmendan berdewam in.

Li Bakurê Kurdistanê jî agir berbelav e

Li Bakurê Kurdistanê jî li çend deveran şewatên mezin derketine. Li navçeya Darayênî ya Çolîgê di nav daristanên darberûyan de û li gundewarê Dêrqamê yê navçeya Licê ya Diyarbekirê jî agir bi daristanan ketiye. Tîmên agirkujiyê ji navenda Diyarbekirê bo herêmê hatine şandin û hewldanên ji bo vemirandina agir didomin.

Li Mereşê jî rewş ne cuda ye. Parêzgarê Mereşê, Mukerrem Unluler, diyar kir ku şewat li ser rûberekî 450 hektarî berdewam e. Unluler got: "Agir di daristaneke 450 hektarî de didome. Heta niha ti bûyereke canjidestdanê çênebûye, lê şeş karker birîndar bûne û bo nexweşxaneyan hatine veguhestin. Herwiha sê mal şewitîne û 18 mal hatine valakirin."

21 Kes bi tometa şewitandina daristanan hatin girtin

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê ragihand, di nava mehekê de derbarê şewatên li 33 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê lêpirsîn hatiye destpêkirin û di encamê de 97 kes hatine binçavkirin û 21 kes ji wan bi fermî hatine girtin û şandin girtîgehê.

Li bajarê Karabukê jî ev pênc roj in ku agir bi daristanan ketiye û hê jî nehatiye kontrolkirin. Wezîrê Daristanan ê Tirkiyeyê jî da zanîn ku di demeke kurt de nêzîkî sed şewatên mezin derketine û hemû dezgehên dewletê ji bo vemirandina wan di nava kar de ne.