Mesrûr Barzani: Em li benda encamên lêkolînên girêdayî êrîşên li ser zeviyên petrolê ne
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de di derheqa êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê de ji kanala El-Şerq Newsê re got ku, lêkolîn di vî warî berdewam in, ji bo ku ew kes û aliyên li pişt wan êrîşan in bên eşkerekirin. Hin agahdariyên berfireh jî hene ka kî li pişt wan êrîşan e, lê ew li benda encamên lêkolînên komîteya taybet in, ku diyar e kî li pişt wan êrîşan e, lê ev ji bo wê komîteyê û encamên dawiyê yên lîkolînan hatiye hiştin.