Mesrûr Barzanî: Em bi hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re di hevahengiyê de ne

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvînekê de di derheqa êrîşên bi dronan ên li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê de ji kanala El-Şerq Newsê re got ku, bi hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî, hikûmeta federal û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê re di peywendiyê de ne û hevahengîkar in û lêkolînan dikin ku bi eşkereyî bizanin kî li pişt wan êrîşan e, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê fikireke pir baş heye û bi tena serê xwe jî naxwaze di vî warî de daxuyaniyan bide, belkî vê yekê diparêzin heta ku encamên dawiyê yên lêkolînan bên ragihandin.