Mesrûr Barzanî: Êrîş ligel peymanên Herêma Kurdistanê yên bi şîrketên Amerîkayî re hevdem bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneke taybet de ligel kanala El-Şerq Newsê de li ser dema wan êrîşên ku bi veberhênana biyanî ya li nav zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê re hevdem in got ku, ew naxwaze û nikare li şûna êrîşkeran di vî warî de biaxive û daxuyaniyan bide, ka çima di vê demê de êrîşên bi dronan li ser zeviyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kirine, lê bê guman ev yek bi peymanên enerjiyê yên ku Herêma Kurdistanê bi şîrketên Amerîkayî re kirine re hevdem in û paşî ev hemî dê piştî ragihandina encamên lêkolînan bên eşkerekirin.