Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê li devereke aloz her dem cihekî ewle bûye
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser rewşa ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê bi giştî û di bin siya aloziyên deverê û metirsiyên ihtîmala vegera rêkxistina DAIŞê ji bo meydanan û ji nû ve çalakbûna şaneyên nivistî yên wê rêxistinê bal kêşa ser wê yekê ku, Herêma Kurdistanê li beranberî deverên din her dem bi rêjeyeke zêdtir aram û tena ye, tevî ku tevahiya deverê ji aliyê ewlehiyê ve ne tena ye, lê Herêma Kurdistanê aram e û heta gelek welatiyên Iraqê jî xwe tê de diparêzin û aramiyê hîs dikin, lê bi giştî ev nayê wê wateyê ku DAIŞ û tundrêtî bi dawî bûne.
Mesrûr Barzanî herwesa got, "DAIŞê heta niha jî şaneyên nivistî hene, ne li Herêma Kurdistanê, lê li tevahiya deverê ew şane hene û divê ew bi baldarî bên şopandin. Ji bo vê armancê jî, Herêma Kurdistanê bi dost û hevpeymanên xwe re di têkilî û hevahengiyê de ye de ye, da ku DAIŞ û komên tundrê qet venegerin meydanan û tiştê ku wan di demên borî de kiriye dubare nekin.”