Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşengiya pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di derheqa Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Herêma Kurdistanê û biryara wê ya çekdananê û serederiya Herêma Kurdistanê di vî warî de got, “Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşengiya pêvajoya aştiyê dike û hevdîtinên di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKKê de dike û peyama Abdullah Ocalan di derheqa çekdanîna PKKê de bi pêngaveke girîng dibîne.”
Mesrûr Barzanî herwesa got, “Herêma Kurdistanê dixwaze hevrikî û arêşe û alozî bên bidawîanîn, xasma jî ku Herêma Kurdistanê ji wan hevrikî û pirsgirêkan gelek nexweşî dîtine, bi awayekî ku heta niha nekariye 800 gundên Kurdistanê ji ber wan hevrikiyan ji nû ve ava bikin.”