Mesrûr Barzanî: Em hêvîdar in kabîneya dehê berî hilbijartinên Iraqê bê avakirina
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser têkiliya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û avakirina Hikûmeta Iraqê ya bê de piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran, ku biryar e li Cotmeha îsal bên kirin, xasma jî ku tê gotin Sune vê carê daxwaza postê Serokkomarî dikin û li beranberî wê jî postê Serokê Encûmena Nûneran bi Kurdan bê dan got, "Pêvajoya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Herêma Kurdistanê û bi awayekî rasterast bi hilbijartinên Iraqê ve girêdayî nîne."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragihand ku, ew dixwazin kabîneya dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berî hilbijartinên Encûmena Nûnerên Iraqê bê avakirin.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, "Iraq ji sê pêkhateyên sereke pêk tê: Erebên Şîe, Erebên Sune û Kurd, lê Tirkmen, Xiristiyan, Kildanî û Asûrî jî hene, ji ber vê yekê jî nabe ku desthilata rêveberiyê tenê di destê pêkhateyeke diyarkirî de be û yên din jî tevlîbûneke sembolîk hebe."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Kurd dixwazin desthilatdar bin û yek ji sê serokatiyan di destê wan de be. Ev jî pîver e. Di derheqa postê Serokkomarî de, Kurdan di dema borî de ew post wergirtiye û em dixwazin berdewam be.” Ev jî ji bo piştrastkirina wê rastiyê ku Kurd li Iraqê pêkhateyeke sereke ne."