Mesrûr Barzanî: Hewlêr amade ye ligel Bexdayê bo danana qanûna petrol û gazê hevaheng be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser mijara petrolê û rawestandina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê û herwesa daxwaza Tirkiyeyê ji bo peymaneke nû û tevgir bi Hikûmeta Iraqê re li ser petrolê got, “Peymaneke demdirêj di navbera Iraq û Tirkiyeyê de li ser ITP ya hêla veguhastina petrolê di navbera Iraq û Tirkiyeyê de heye, ku li sala 2026ê diqede.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Niha ew Biryar di destê Tirkiyeyê de ye ka gelo ew dixwaze peymana bi Bexdayê re bimîne an jî berevajî. Tê gotin ku Tirkiye naxwaze wê peymanê her bi şertên biha nû bike. Tirkiyeyê hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê ranewestandiye, lê Dadgeha Federal a Iraqê fermana rawestandina wê daye, piştî ku Wezareta Petrolê ya Iraqê gilî kir û Dadgeha Fransayê jî ew biryar da.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê amade ye ku bi Bexdayê re ji bo danan û nivîsandina qanûna petrol û gazê hevaheng be, lê hikûmeta Iraqê ji sala 2007ê ve di vî warî de xemsar bûye. Eger Iraq bibe xwediyê qanûna petrolê, ew dê ji bo çareserkirina hemî pirsgirêkên mayî yên di navbera Hewler û Bexdayê de pêngaveke baş be.”