Hikûmeta Tirkiyeyê dicive pêvajoya aştiyê gotûbêj dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Kabîneya Hikûmeta Tirkiyeyê îro 28ê Tîrmehê li Enqereyê di bin serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan de dicive û mijara sereke ya civînê gotûbêjkirina Pêvajoya Nû ya Aştiyê ye.
Li gorî agahiyên ji medyaya Tirkiyeyê, rojeva herî girîng a civînê nirxandina pêşveçûnên di pêvajoya aştiyê de û geşedanên piştî çekdanîna hejmarek endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye. Tê payîn ku wezîrên pêwendîdar derbarê pêvajoyê de zanyariyan pêşkêşî kabîneyê bikin.
Herwiha, di civînê de dê bandora rewşa Sûriyeyê ya li ser pêvajoya aştiyê weke mijareke girîng bê destgirtin, nexşerêya pêvajoyê were nirxandin û erkên ku dikevin ser milê Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê bi hûrgilî bên gotûbêjkirin.
Ji bilî pêvajoya aştiyê, mijarên weke şewata daristanan a li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û herwiha rewşa dawî ya li Xezeyê jî di rojeva civînê de ne.
Ev civîn di demekê de tê ku Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş duh Yekşemê (27.07.2025) ragihandibû, Komîsyona Parlamentoyê ya ji bo Pêvajoya Aştiyê dê di destpêka meha bê de dest bi karên xwe bike. Kurtulmuş tekez kiribû ku "komîsyon dê bibe bingeha xurtkirina demokrasiya Tirkiyeyê" û diyar kiribû ku dê "bîr û boçûnên cuda bên gotûbêjkirin û biryar li gor berjewendiya gel bên dayîn."
Dabeşkirina Endamên Komîsyonê
Serokatiya Parlamentoyê roja 25ê Tîrmehê bi awayekî fermî ji fraksiyonan xwestibû ku navên endamên xwe yên ji bo komîsyonê diyar bikin. Komîsyon dê ji 51 endaman pêk were û dabeşkirina kursiyan li gorî hejmara parlamenterên partiyan dê bi vî awayî be:
AK Partî: 21 endam
CHP: 10 endam
DEM Partî: 4 endam
MHP: 4 endam
ÎYÎ Partî: 3 endam
Partiya Yeniden Refah: 3 endam
Huda-Par, Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TİP), Partiya Demokrat (DP) û çend partiyên din: Her yek endamek