MSD: Ji bo çareseriyê pêwîstî bi projeyeke niştimanî û nenavendîbûnê heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serokatiyê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di civîna xwe ya asayî de li bajarê Hesekê, rewşa siyasî ya Sûriyeyê nirxand û bang kir ku ji bo derketina ji krîzê, projeyeke niştimanî ya berfireh were destpêkirin û tekezî li ser girîngiya diyalog û sîstema nenavendî kir.

Civîn bi beşdariya hevserokên MSD'ê Leyla Qereman û Mehmûd Muslit (bi rêya vîdyoyê), hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed û endamên din ên desteyê pêk hat.

"Paşguhkirin, gelan nake yek û tundî dewletekê ava nake"

Hevseroka MSD'ê Leyla Qereman bal kişand ser pêşketinên siyasî û da zanîn, pêvajoya derbasbûnê li şûna ku rê li ber çareseriyê veke, bûye sedema zêdetir tevliheviyê. Herwiha got: "Paşguhkirin, gelan nake yek û tundî dewletekê ava nake. Ya ku îro tê xwestin, destpêkirina projeyeke neteweyî ya berfireh li ser bingeha hevkariyê ye."

Derbarê bûyerên dawî yên li Siwêdayê de, Qereman daxwaza lêpirsîneke serbixwe kir, bi taybetî ji bo binpêkirinên li dijî jin û zarokan, û wiha pê de çû: “Divê bingeha avakirina Sûriyeyeke nû edalet be.”

Îlham Ehmed: Nenavendîbûn êdî ne vebijêrkek, lê pêdiviyek e

Ji aliyê xwe ve, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed tekezî li ser girîngiya nenavendîbûnê kir û anî ziman ku sîstema nenavendî êdî ne vebijêrkek, lê ji bo çareseriyê pêdiviyeke bingehîn e. 

Ehmed hişyarî da ku her çareseriyeke siyasî bêyî beşdariyeke rastîn a hemû pêkhateyên Sûriyeyê, dê tenê aloziyên nû bi xwe re bîne û bibe sedema hilweşînê.

Di dawiya civînê de, Desteya Serokatiya MSD'ê daxwaza pêkanîna peymana 10'ê Adarê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta veguhêz de kir. Her wiha bang kir ku diyalogeke neteweyî ya berfireh were destpêkirin ku hemû alî û pêkhateyên siyasî, civakî, etnîk û olî tê de cih bigirin.

 
Fly Erbil Advertisment