Serok Barzanî û Konsulê Qeterê pêşhatên siyasî yên navçeyê gotûbêj kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî û Konsulê Giştî yê Qeterê rewşa siyasî ya herêmê û pêşxistina pêwendiyên dualî gotûbêj kirin.
Baregeha Barzanî îro 30î Tîrmehê belav kir, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê Qeterê Husên El-Fedale kir, ku bi mebesta xatirxwestinê û bi boneya bidawîbûna erkên xwe serdana wî kiribû.
Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya herêmê û pêşxistina pêwendiyên dualî hatin gotibêjkirin. Herwiha, her du aliyan tekezî li ser pêşxistina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Dewleta Qeterê de kirin.