Encûmena Wezîran: Divê Bexda mûçeyên Hezîranê yên Herêma Kurdistanê xerc bike
Navenda Nûçeyan (K24) - Bi serperi]tiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 30ê Tîrmeha 2025ê) civiya.
Para yekê ya wê civînê nîqaşkirina gavên dawiyê yên dana mûçeyên Hezîran û Tîrmehên 2025ê bû, li gorî biryara hevpar a Encûmena Wezîrên Federal û Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê û şopandina karê komîteyên hevpar ên Wezareta Darayî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û Herêma Kurdistanê li gorî biryara dawiyê ya Encûmena Wezîrên Federal û Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê.
Li pêşiyê Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab raporek li ser vavartina dahatên giştî li Herêma Kurdistanê û destnîşankirina celebê dahatê û çavkaniya wê û bingeha qanûnî ya wergirtina wê pêşkêş kir, ku her meh bi awayekî zelal û şefaf di çarçoveya terazûya nirxandinê de ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye pêşkêşkirin û bi awayekî berdewam ji hêla tîma hevpar a her du Dîwanên Çavdêriya Darayî jî hûrbînî jî re hatiye kirin.
Wezîrê Darayî û Aborî amaje jî da ku, nûnerên Herêma Kurdistanê di komîteya hevpar a her du aliyan de ji bo vavartina dahatên negirêdayî petrolê û diyarkirina para xezîneya federal ji van dahatan di biserxistina karê komîteyê de û li ser bingeha destûr, qanûna rêveberiya darayî ya federal û qanûna budçeya sê-salî, pêşniyareke herêmî ya berfireh di vî warî de amade kiriye.
Awat Şêx Cenab ron jî kir ku, lîsta mûçeyan û terazûya sererastkirina meha Hezîranê ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin û erkê Wezareta Darayî ya Iraqê ye ku, li beranberî wê yekê mûçeyên meha Hezîranê yên Herêma Kurdistanê xerc bike.
Encûmena Wezîran ji bo vê rapora şirovekarî ya li ser dahatên negirêdayî petrolê yên Herêma Kurdistanê û bizav û xebata wan a di vî warî de destxweşî li Wezareta Darayî û Aborî û tîma Dîwana Çavdêriya Darayî û Danûstandinan bi Bexdayê re kir.
Herwesa Encûmena Wezîran ew nêrîna Wezaretê li ser vavartina dahatan di çarçoveya wan metnên destûrî û qanûnî de yên ku di civînê de hatine pêşkêşkirin pejirand.
Nûnerên Herêma Kurdistanê jî di komîteya hevpar a bi hikûmeta federal re erkdar kir ku, vê nêrînê bi hevkarên xwe yên di komîteyê de nîqaş bikin, da ku pirsgirêka dahatên negirêdayî petrolê di zûtirîn dem de bê çareserkirin, li gorî wê rêkara hevpar a ku di biryara Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê û Encûmena Federal de hatiye.
Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê (bi wekalet) Kemal Mihemed mijara destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li gorî biryara dawiyê ya hevpar a Encûmena Wezîrên Federal û Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de pêşkêş kir.
Encûmena Wezîran biryar da ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê berpirsiyar be ji bo qerebûkirina şîrketa petrolê ya berhmeînera wê petrolê ya ku bi biryara hevpar a Encûmena Wezîrên Federal û Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê ji bo meremên bikaranîna navxweyî li Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin.
Ew petrola ku niha ji bo hinardekirinê amade ye û ji hêla şîrketên biyanî ve tê hilberandin, dê ji bo hinardekirinê bi rêya bendera Ceyhanê radestî Şîrketa Berbazarkirina Petrolê (SOMO) bê kirin.
Encûmena Wezîran tekez kir ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam e li ser pabendbûna bi hevfêmkirina hevpar a di navbera wê û hikûmeta federal de, lewma di vê çarçoveyê de divê hikûmeta federal mûçeyên Hezîran û Tîrmehê xerc bike, Mîna mûçexurên deverên din ên Iraqê, ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e ku tiştê ku di mijara dahata petrol û dahatên negirêdayî petrolê de kiriye bicîh bîne û herwesa Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgirîya biserxistina hevfêmkirina hevpar a di navbera xwe û hikûmeta federal de dike, ku pêştir ji aliyê encûmenên wezîran ên her du aliyan ve hatiye pejirandin.