Birayê Ocalan: Ocalan ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê pir cidî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Mehmet Ocalan, birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî serdana xwe ya dawî ya li Girava Îmraliyê, derbarê hevdîtina bi birayê xwe re ji medyaya Tirkiyeyê re axivî. Mehmet Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan di proseya aştiyê de rasterast bi dewleta Tirk re di nav danûstandinê de ye û ji bo serxistina proseyê gelekî bi ciddî û bi hêvî ye.
Li gorî gotinên Mehmet Ocalan, birayê wî tekez kiriye ku "divê desthilatdarî di pêngavên ku ji bo aştiyê tên avêtin de demê winda neke".
Herwiha diyar kir, Ocalan ji bo dawîanîna li şer û alozîyan pir ciddî ye û di qonaxa danîna çekan de ti paşvekişîn çênabe. Armanca wî avakirina jiyaneke hevpar e.
Ev daxuyanî di demekê de tên ku Pêvajoya Çareseriyê, ku ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve wek "Tirkiyeyeke bêteror" û ji aliyê DEM Partiyê ve wek "Proseya Aştî û Çareserkirina Pirsa Kurd" tê binavkirin, di qonaxeke hestiyar de ye.
Pêvajoya çareseriyê, piştî banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di 27'ê Sibata îsal de, derbasî qonaxeke nû bû. Ocalan, ku 26 sal in di girtîgehê de ye, di banga xwe de xwestibû ku PKK kongreyê li dar bixe, xwe fesih bike û çekan deyne.
Li ser vê bangê, PKK'ê di 12'emîn Kongreya xwe de di navbera 5-7'ê Gulanê de biryara dawîanîna li têkoşîna çekdarî û xwehilweşandinê da.
Weke gaveke sembolîk a vê biryarê, roja 11'ê Tîrmehê komeke ji 30 endamên PKK'ê li Herêma Kurdistanê, li Şikefta Caseneyê ya li devera Sûrdaş a Silêmaniyê, bi merasîmekê çekên xwe danîn.