Îtalya: Em peywendiyên xwe yên bihêz bi gelê Kurd re piştrast dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê li Hewlêrê, di 42'emîn salvegera Jenosîda Barzaniyan de, tekezî li ser pêwendiyên bihêz ên di navbera welatê xwe û gelê Kurd de kir.
Konsulê Giştî yê Îtalyayê yê li Hewlêrê Tommaso Sansoni îro 31'ê Tîrmehê li ser tora civakî ya "X"ê peyamek belav kir û tê got: "Îro 42 sal di ser Jenosîda Barzaniyan re di dema operasyona Enfalê de derbas dibe. Zêdetirî heşt hezar mêr û xortên ku 'bêsûc' bûn, tenê ji ber ku ji eşîra Barzanî bûn, bi awayekî hovane ji aliyê rejîma Iraqê ve hatin kuştin."
Sansoni di dawiya peyama xwe de tekez kir: "Îtalya di vê bîranîna xemgîn de, nêzîkbûn û pêwendiyên xwe yên bihêz bi gelê Kurd re careke din piştrast dike."
Îro 42 sal di ser jenosîda Barzaniyan re derbas dibin. Pêvajoya Enfalê ya li dijî Kurdan di nîvê duyem ê sedsala borî de bi komkujiya Barzaniyan dest pê kir. Rejîma berê ya Iraqê ev pêvajo bi çend qonaxan pêk anî; di destpêkê de beşek ji Barzaniyan ji warê wan koçberî deverên din kir û piştre jî ew li çend komelgehên bi darê zorê û di bin çavdêriyeke tund a ewlehiyê de bi cih kirin.