Ebdî: Em ji bo ewlehiya Tirkiyeyê ne gef bûn, me sînorên wê ji DAIŞê parast

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî di hevpeyvînekê de ligel rojnameya "Indian Express" a Hindistanê de, behsa geşedanên dawî yên li Sûriyeyê, banga çekdanîna PKKê û pêşeroja HSDê kir. Ebdî tekez kir ku piştî rûxandina rejîma Esed, derfeteke dîrokî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî derketiye holê.
Ebdî amaje bi wê yekê kir, hilweşîna rejîma Beisê piştî 13 salan ji şer, ji bo hemû gelên Sûriyeyê cihê kêfxweşiyê bû, lê di heman demê de valahiyeke mezin a ewlehî û îdarî jî bi xwe re aniye. Herwiha got: "Pêdiviyên bingehîn ên wekî av û elektrîkê hîn jî kêm in. Lê xala erênî ew e ku hin cezayên aborî li ser Sûriyeyê hatine rakirin û hêvî heye ku welat ji nû ve were avakirin."
Yekbûna bi Artêşa Sûriyeyê re û Peymana 10ê Adarê
Derbarê peymana lihevkirinê ya di 10ê Adarê de bi hikûmeta demkî ya Sûriyeyê re hatiye îmzekirin, Ebdî got ku ew pabendî vê peymanê ne û ji bo cîbicîkirina wê dixebitin. Li gorî peymanê, divê saziyên sivîl û leşkerî yên Rêveberiya Xweser tev li saziyên dewleta Sûriyeyê bibin. Ebdî got: "Me yekbûna HSDê û Artêşa Sûriyeyê di vê memorandumê de qebûl kir. Niha divê em li ser hûrguliyan bixebitin da ku aramî li welêt têk neçe û kes ji valahiya ewlehiyê sûd wernegire." Herwiha destnîşan kir ku girîng e ev yekbûn hemû komên çekdar ên din jî li xwe bigire, da ku artêşeke niştimanî ya rastîn were avakirin.
Banga Çekdanînê ya Ocalan û Têkiliyên bi Tirkiyeyê re
Fermandarê Giştî yê HSDê, banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo çekdanînê weke "biryareke dîrokî" bi nav kir û diyar kir ku ev yek piştgiriyeke berfireh wergirtiye. Herwiha got, bidawîkirina şer û tundiyê li dijî gelê Kurd li Tirkiyeyê, dê derfetên nû ji bo Kurdan bi giştî li wî welatî biafirîne. Ebdî da zanîn ku piştî vê bangê, agirbest li Rojavayê Kurdistanê (bakurê Sûriyeyê) hatiye ragihandin û êrîşên Tirkiyeyê rawestiyane.
"HSD ji bo ewlehiya Tirkiyeyê qet nebûye gef"
Li ser gotegotên ku HSD beşek ji PKKê ye, Ebdî got: "Bi dîtina min, HSD qet ji bo ewlehiya Tirkiyeyê nebûye gef. Berevajî vê, me sînorê Tirkiyeyê ji gefa DAIŞê parast û me aramî li ser sînor berfirehtir kir." Ameje bi wê jî kir ku eger Tirkiye mafên Kurdan nas bike, divê hikûmeta Sûriyeyê jî heman tiştî bike.
Pêşeroja Sûriyeyê: Demokrasî û Nenavendîbûn
Mezlûm Ebdî tekezî li ser girîngiya avakirina sîstemeke nenavendî ji bo paşeroja Sûriyeyê kir. Wî got: "Demokrasiyeke rasteqîn li welatekî pirreng wekî Sûriyeyê, tenê bi rêya nenavendîbûnê pêkan e. Gihîştina aramiyeke mayînde, pêwîstî bi saziyên demokratîk heye ku îradeya hemû gelan nîşan bidin."
Ebdî herwiha bal kişand ser metirsiyên ewlehiyê yên heyî û got: "Hîn jî di warê ewlehiyê de astengî û metirsiyên mezin hene. Tevî ku hikûmeta demkî hewl dide kontrolê bi dest bixe, binpêkarî û tundî zêde bûne. Herwiha gef û tevgera DAIŞê jî zêde bûye."
Herwiha çareserî di avakirina herêmên xweser de dît û got: "Yek ji çareseriyan ew e ku li her herêmekê bi rêya hilbijartinan herêmeke xweser were avakirin, bi awayekî ku her herêm karûbarên xwe yên navxweyî bi rê ve bibe. Ya herî girîng jî ew e ku divê hêzên ewlehiyê û artêş nebin beşek ji nakokiyan."