PWK: Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzidî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 11emîn salvegera jenosîda Şingalê de, Buroya Ragihandinê ya Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) daxuyaniyek belav kir. PWK di daxuyaniya xwe de bang li Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê kir ku ji bo "pêçandina birîna kûr" a Kurdên Êzidî "bernameyeke taybet" amade bikin û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku jenosîdê bi awayekî fermî nas bike.
Peyama Buroya Ragehandinê ya PWKê:
Ji bo pêçandina birîna kurdên Êzdî pêwîstî bi bernameyeke taybet heye
Îro yazdemîn salvegera komkujîya kurdên êzdî ye ku ji alîyê rêxistina hov û terorîst DAIŞê ve li Şingalê û derdora wê pêk hat.
Roja 3ê tebaxa 2014an, rêxistina DAIŞê êrîşeke berfireh bir ser navçeya Şingalê û derdora wê. Di encama vê êrîşî de, bi hezaran welatiyên sivîl ên kurdên êzdî hatin kuştin û bi hezaran keç, jin û zarokên êzidî jî hatin êsîr kirin.
Di wê êrîşê de bi sed hezaran xelkê sivîl yên kurdên êzdî mecbûr man ku cîh û warên xwe bihêlin û terk bikin.
Birîna jenosîda Şingalê ya xuşk û birayên me yên kurdên êzdî birîneke kûr e û ev birîna hemû kurd û kurdistanîyan e.
Heta nuha jî gelek keç û jinên kurdên êzdî di destên DAIŞa hov de ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Heta nuha jî piranîya gelê me yê êzdî ku mecbûr mane Şingalê terk bikin, nekarîn vegerin ser cih û warên xwe.
Divê Parlamento û Hikûmeta Herêma Kuristanê ji bo pêçandina vê birîna kûr û dijwar ya xuşk û birayên me yên kurdên êzdî bernameyeke taybetî amade bikin û bi cîh bînin.
Em bangî Netewên Yekgirtî dikin ku vê komkujî û jenosîda kurdên êzdî bi awakî fermî qebûl bikin.
Di yazdemîn salvegera jenosîd û komkujîya Şingalê ya xuşk û birayên me kurdên êzdî de, em rêxistina hov û terorîst DAIŞê û hemû piştgirên wan careke din şermezar û rûreş dikin.
Em di yazdemîn salvegera jenosîda Şingalê de, hemû şehîdên vê jenosîdê bi giramî bibîr tînin; em xemxur û şirîkê hemû êş û birînên xuşk û birayên me yên kurdên êzdî ne.