Dema bicîhanîna projeya Ronakiyê li Soranê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Biryar e heta dawiya Cotmeha îsal, Projeya Ronakiyê li navenda Îdareya Serbixwe ya Soranê û derdora wê bê bicîhanîn.

Rêveberê Giştî yê Belavkirina Elektrîkê yê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Endezyar Erdewan Îbrahîm îro (Duşem, 4ê Tebaxa 2025ê) li ser bicîhanîna projeya Ronakiyê li wê deverê ji Peyamnêrê Kurdistan24ê Teyfûr Mihemed re axivî.

Endezyar Erdewan Îbrahîm got, "Bicîhanîna projeya Ronakiyê dê li destpêka Cotmehê li navenda Soranê û hemî qeza, nahiye û gundên derdora wê bê destpêkirin û ew pêvajo dê heta dawiya Cotmehê berdewam be, yanî dê mehekê bidome.”

Navbirî amaje jî da, "Hîn nehatiye yekalîkirin ka ew proje dê li navenda Soranê an jî gundên derdorê dest pê bike. Ji bo vê meremê, em dê bi Tîma Ronakiyê ya li Nivîsîngeha Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevahengiyê bikin. Em dibînin ku baştir e li pêşiyê li gundên derdorê bê bicîhanîn ji ber ku wan jeneratorên taybet nînin û tenê bi hêviya elektrîka niştîmanî ve ne."

Rêveberê Giştî yê Belavkirina Elektrîkê yê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê li ser malbatên ku pîverên elektrîkê yên jîr girê nedane û xasma jî yên li gundan got, "Ew tîma Nivîsîngeha Serokwezîr ku dê ji bo bicîhanîna projeya Ronakiyê serdana sînorê me bike, dê pîverên elektrîkê yên jîr ji bo malên hemî welatiyên ku girê nedane girê bidin, vêca çi şêniyên navenda bajarî an jî gundên derdorê bin."

Endezyar Erdewan Îbrahîm tekez jî kir, "Gihîştina projeya Ronakiyê ji bo gundiyan û hemî xelkê Rêveberiya Xweser a Soranê mizgîniyeke xweş e. Bi piştrastî ve, ew di 30 salên borî de projeya herî girîng a hemî kabîneyên li pey hev ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.”

Rêveberiya Xweser a Soranê ji şeş qeza, 13 nahiye û zêdetirî hezar gundan pêk tê û hejmara şêniyên wê ji 350 hezar kesan zêdetir e. Ew devereke bazirganî, geştiyarî û çandiniyê ye, ku li sêkujiya sînorî ya Îran, Iraq û Tirkiyeyê ye.

Li gorî amarên tîma wê projeyê, projeya Ronakiyê ji bo elektrîka zêdetirî 2 milyon û 700 hezar welatiyan kiriye 24 seetî; ev jî nêzîkî %40 ya tevahiya welatiyên Herêma Kurdistanê ye. Biryar e ku heta dawiya sala 2026ê, elekrîka 24 seetî bigihîje hemî welatiyên Herêma Kurdistanê.

Wê projeyê bandoreke girîng li ser paqijkirina jîngeha Kurdistanê kiriye, ew jî bi rêya vemirandina jeneratorên gazoîlê yên taxan û kêmkirina belavbûna gaza karbondîoksîtê.

 
 
Fly Erbil Advertisment