Çîner Nizar: Bi peykeran bîra neteweyî ya Kurdan nûjen dikim
Navenda Nûçeyan (K24) – Peykersazê navdar ê Kurd Çîner Nîzar, ku heta niha peykerên gelek kesayetî û helbestvanên Kurd çêkirine û berhemên wî li gelek bajarên Kurdistanê hatine danîn, di projeyeke nû de bi teknolojiya modern xizmeta dîrok û çanda Kurdî dike.
Nizar niha li ser çêkirina peykerê helbestvanê mezin Hecî Qadirê Koyî dixebite û dibêje, "Armanca sereke zindîragirtina van kesayetiyan û parastina dîroka me ye."
Çîner Nizar, ku yek ji peykersazên diyarkirî yên hemdem e, li atolyeya xwe ya li Silêmaniyê karên xwe yên hunerî didomîne. Ew bi hostatiyeke mezin kesayetiyên dîrokî, nivîskar û helbestvanên Kurd di nav kevir û heriyê de ji nû ve zindî dike.
Çîner Nîzar ji K24ê re behsa felsefeya karê xwe kir û got, hunera wî ji du beşan pêk tê: "Beşek ji karên min, ew in ku ji raman û hestên min ên şexsî dertên û beramberî jiyan, xwezayê û mijarên mirovî ne. Beşa duyem û girîngtir, xizmetkirina dîrok, wêje û kesayetiyên me yên neteweyî ye. Ev erkeke ku divê em pê rabin."
Ew girîngiya hunera peykersaziyê ji bo neteweyan tîne ziman û dibêje: "Dema mêvanek an jî kesekî rewşenbîr tê bajarekî, yekem nirxandina ku ji bo wî miletî dike, bi du tiştan e: peykersazî û mîmariya wî."
Projeya nû: Peykerê Hecî Qadirê Koyî
Niha Çîner Nizar kar li ser projeya çêkirina peykerê helbestvanê mezin ê Kurd Hecî Qadirê Koyî dike, ku dê li bajarê Koyeyê were danîn. Lê ya ku vê projeyê ji yên din cuda dike, bikaranîna teknolojiyeke nû ye.
Nizar derbarê vê pêngava nû de dibêje: "Min pêngaveke nû avêtiye nav hunera peykersaziyê. Em ê li ser peykeran QR Kodê bi cih bikin. Dema ku kesek bi telefona xwe vî kodî sken bike, dê hemû zanyariyên projeyê bibîne; ji jiyana Hecî Qadirê Koyî bigire heta CVya peykersaz, sponserê projeyê û hemû qonaxên çêkirina peyker bi wêne û vîdyo. Ev dê bi çend zimanan be, da ku her kes karibe ji dîroka me têbigihîje."