Xelkê Efrînê spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dike: We em di rojên reş de bi tenê nehiştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi boneya 20emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), xelkê herêma Efrînê “Çiyayê Kurmênc” peyameke spasiyê belav kir û rola dezgehê di gihandina alîkariyan bo qurbaniyên erdheja 2023an de bilind nirxand.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokê Xwecihiya Efrînê ya ENKSê Ehmed Hesen ve hatiye belavkirin de, hate gotin: "Em wek xelkê Çiyayê Kurmênc ê herêma Efrînê, spasiyeke taybet pêşkêşî vê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin ku di 10ê Sibata 2023an de, tenê sê roj piştî erdheja wêranker, serdana herêma Efrînê kir."

Di peyamê de hat tekezkirin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî "bûye sembola bexşandin û mirovahiyê û bîr û baweriyên xwe ji gotina rêberê nemir Mistefa Barzanî wergirtiye ku dibêje: 'Şanazî ye ji bo mirov ku di xizmeta gelê xwe de be'."

Daxuyaniyê herwiha amaje bi wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî "piştgiriya manewî, madî û hawarçûnê" pêşkêşî bajarê Cindirêsê û gundên derdorê kiriye, ku di erdhejê de ziyaneke mezin dîtibûn.

Di peyamê de hat destnîşankirin, ev alîkarî "wek diyariyekê ji bexşandinên birêz Serok Mesûd Barzanî û bi arasteyên wî yên rasterast" gihîştiye herêmê. Ji ber vê yekê, spasiyeke taybet ji bo Serok Mesûd Barzanî hate şandin û hêviya tenduristî û temenê dirêj jê re hat xwestin.

Di dawiya peyamê de, ku bi diruşma "Kurdayetî rêbaza me ye li ser şopa Barzaniyê Nemir" bi dawî bû, serkeftin ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hemû karmendên wê yên mirovdost hat xwestin.

 
Fly Erbil Advertisment