Tîma Voleybolê ya Bokanê ji bo lîstikên dostane li Başûrê Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma voleybolê ya keçan a bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê bi armanca lidarxistina çend lîstikên dostane û xurtkirina peywendiyên werzîşî di navbera keçên Kurd ên her du aliyên sînor de, serdana Herêma Kurdistanê kir.
Ev tîma ku ji 10 lîstikvanan pêk tê, xwedî ezmûneke çendîn salî ye û di asta parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de çendîn nasnav bi dest xistine. Serdana wan a yekemîn bo Herêma Kurdistanê ne tenê ji bo lîstikan e, lê belê ji bo naskirina werzîşvanên keç ên Kurd û avakirina pireke hevkariyê ye di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de.
Armanc: Xurtkirina peywendiyan û pêşxistina werzişa jinan
Rahênera tîma voleybolê ya keçan a Bokanê Helale Şamemedî ku xwedî ezmûneke 19 salan e di vî warî de, ji K24ê re ragihand: "Em ji Bokanê hatine û pir kêfxweş in ku li vir in. Armanca me ew e ku peywendiyên me zêdetir bibin. Em wan vedixwînin da ku ew jî serdana me bikin û em karibin di warê voleybolê de hevkariyeke xurt ava bikin da ku keçên me yên lîstikvan zêdetir bên naskirin."
Helale Şamemedî herwiha got, tîma wan ji bo lîstikan bi tevahî amade ye û ew kêfxweş in ku dê lîstikên dostane li gel tîmên Herêma Kurdistanê pêk bînin da ku asta lîstika her du aliyan jî nas bikin.
Evîn Mihemedî ku yek ji lîstikvanên tîmê ye diyar kir, werzîşa voleybolê ji bo keçan werzîşeke gelek girîng e û got: "Voleybol werzîşeke gelek taybet e. Ez bi xwe hêvîdar im ku em li vir jî bilîzin û serkeftî bin. Em hemû hewl û enerjiya xwe didin da ku em karibin serkeftinê bi dest bixin."
Serpereştyara tîmê Çîmen Pesendî jî amaje bi wê yekê kir ku hatina wan bo Herêma Kurdistanê gaveke girîng e ji bo nasîna keçên werzîşvan ên Kurd û xurtkirina têkiliyan. Wê got: "Em weke destpêşxerî hatine vir û hêvîdar in ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgiriyê bide van çalakiyan, da ku em karibin zêdetir werzîşa keçan pêş bixin û werin naskirin."
Li gorî bernameyê, tîma Bokanê dê lîstika xwe ya yekem li gel tîma Akadiya Enkawayê û piştre jî li gel tîma Sanharîb a Dihokê bilîze.