Kurtulmuş: Armanca Komîsyona Aştiyê ne guhertina destûrê, xurtkirina biratiyê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê (TBMM) Numan Kurtulmuş, di civîna yekem a komîsyona ku ji bo "pêvajoya aştiyê" hatiye damezrandin de axivî û got, "Em şahidiyê li destpêka paşerojeke nû dikin. Biratiya Kurd û Tirkan koda bingehîn a erdnîgariya me ye. Êdî dema wê hatiye ku em êşa xwe ya hevpar veguherînin hêviya xwe ya hevpar." Kurtulmuş herwiha tekez kir ku "pêvajoya çekdanînê bi ti awayî ne pêvajoyeke bazirganiyê ye."
Komîsyona taybet a Parlamentoyê îro 5ê Tebaxê civîna xwe ya yekem lidar xist. Numan Kurtulmuş di destpêka civînê de daxuyaniyên girîng dan û diyar kir, ew di xaleke dîrokî ya werçerxanê de ne. Kurtulmuş got: "Ev komîsyon ne heyeteke ji rêzê ye. Ev pêvajo ne meseleya kesekî yan saziyekê ye, meseleya miletê me yê ezîz e. Ev civîn destpêka şînhatina hêviyê ye ji bo paşerojê."
"Êşa hevpar bikin hêviya hevpar"
Kurtulmuş bal kişand ser ziyanên ku ji ber "terorê" gihiştine welat û wiha pê de çû: "Terorê ne tenê canê me stand, hêviyên me jî dizîn. Em bûn şahid ku gelek pêkhateyan bi nav û maskeyên cuda hewl dan rê li ber welatê me bigirin. Em li vir in da ku êşên xwe yên hevpar bikin hêviyeke hevpar. Tirkiyeyeke bê teror, tê wateya herêmeke bê teror."
Serokê Parlamentoyê rola parlamentoyê di pêvajoyê de bilind nirxand û got: "Parlamento ji bo çareseriyê navnîşana rewa ye. Em ê di vê komîsyonê de bi hev re tevbigerin."
Ziyanên aborî û mirovî
Kurtulmuş amaje bi wê yekê kir ku eger pirsgirêkên ewlehiyê nebûna, Tirkiye dê di asteke gelek pêşketîtir de bûya. Herwiha got: "Eger em bi bela terorê re mijûl nebûna, me dikarîbû gelek zêdetir dibistan, nexweşxane û zanîngeh ava bikira. Ji bilî hemû ziyanên din, bedela herî giran bi canan hatiye dayîn."
Rêgezên xebatê û rojeva civîna yekem
Di civîna yekem a komîsyonê de, biryar e navê komîsyonê û rêgezên xebata wê bên diyarkirin. Li gorî agahiyên ji kulîsan, navê "Komîsyona Hevgirtina Civakî, Biratî û Demokrasiyê" derketiye pêş.
Herwiha, dê prensîbên kar ên komîsyonê jî bên destnîşankirin. Kurtulmuş tekezî li ser sê prensîbên bingehîn kir:
- Zelalî: Hemû gav û agahdarî dê bi awayekî zelal bi raya giştî re bêne parvekirin.
- Vekirîbûn: Derî dê ji bo her nêrînekê vekirî be, bi mercekî ku armanc yekîtî û biratî be.
- Pirdengî: Divê her nasname û pêkhateyek di komîsyonê de karibe dengê xwe bide bihîstin.
Biryarên komîsyonê dê bi piraniya 5/3 dengan (ji 51 endaman) werin standin. Agahdarkirina raya giştî jî dê ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve were birêvebirin.