Hişkbûna bendava Qedir Keremê bandor li ajalandar, kanî û bîran kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bendava Qadir Keremê ku yek ji çavkaniyên sereke yên avê û geştiyariyê bû li navçeyê, ji ber pêla hişkesaliyê ya giran bi temamî hişk bûye. Ev yek bûye sedema krîzeke mezin a jîngehî û aborî ku zerareke mezin gihandiye cotkar, ajelvan û tevahiya xelkê deverê.

Bi hişkbûna bendavê re, dîmeneke xemgîn li herêmê serwer bûye. Zeviyên çandiniyê yên ku berê hertim kesk bûn, niha bi temamî ziwa bûne û axa wan qelişiye. Masiyên di bendavê de telef bûn û balindeyên ku li ser dijiyan jî neçarî koçberiyê bûne. Herwiha, ajelvanên navçeyê ji ber nebûna avê, neçar mane ku cih û warên xwe berdin û koçber bibin. Ev rewş ji bo xelkê navçeyê weke "birîneke kûr" tê pênasekirin.

Endamê Encûmena Bajarokê Qadir Keremê Nazim Elî ji K24ê re ragihand, bandora hişkbûnê li ser sektora geştiyariyê jî pir mezin bûye û got: "Berê rojên înê di navbera 500 heta 1000 otombêlan serdana vir dikir, lê îsal vala ye û kesek lê nîne. Heta ajelvan jî koçber bûn. Zirar gihîştiye kaniyan û bîrên avê jî."

Ji bilî bendavê, Çemê Roxane yê ku bajarokê Qadir Keremê dike du beş û weke cihekî girîng ê geştiyariyê dihat nasîn, îsal ew jî bi temamî hişk bûye.

Herdî Teyib, welatiyekî ji Qadir Keremê, derbarê bandorên vê rewşê de wiha axivî: "Ji ber vê bêaviyê masî nemane, ava binerd kêm bûye û pileya germê jî bilind bûye. Ev yek bandoreke neyînî li ser ajelan jî kiriye."

Bendava Qadir Keremê xwedî kapasîteya 1.4 milyon metre cêcar av bû û di salên borî de di demsala baranê de tijî dibû û ser avê re dirijiya. Vê bendavê nêzîkî 400 donim zeviyên çandiniyê av dida û ji bo samanê masiyan jî jê sûd dihat wergirtin. Bi hişkbûna bendavê re, 50 kaniyên li navçeyê jî hişk bûne û asta ava bîran bi awayekî berçav kêm bûye.

Ji ber ku bendav di nava 9 salên borî de hertim bi av bû, derfeta paqijkirina wê çênebûbû. Niha ku hişk bûye, diyar bûye ku bi kûrahiya şeş metreyan herrî û lîte tê de kom bûye. Ji ber vê yekê, daxwaza sereke ya xelkê navçeyê ew e ku bendav were paqijkirin, da ku di salên pêş de bikaribe zêdetir avê bigire û sûdeke baştir jê were wergirtin.