Kêmbûna avê gelek parêzgehên Tirkiyeyê rûbirûyî arêşeyan kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber guherîna keşûhewayê, kêmbûna baranê, daketina asta ava çem û golan û ava binerd, gelek parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rûbirûyî kêmbûna avê bûne.

Asta ava wê bendavê ya ku ava vexwarinê ji bo bajarê Hatayê yê başûrê Tirkiyeyê dabîn dike di van 65 salên dawiyê de sala xwe ya herî hişk tomar kiriye.

Welatî Doğanay Pêkmaz got, “Ez 28 salî me. Ev cara yekê ye ku ez vê bendavê bi vî rengî dibînim. Pêştir ava wê gelek zêdetir bû. Em jî wekî gundî ji ber kêmbûna avê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bûne, bi rengekî ku îsal di van 65 salên dawiyê de sala herî hişk e.”

Mamosteyê Pişka Avdêriyê ya Zanîngeha Samsunê Dr. Yûsif Demir got, “Krîza kêmbûna avê li deverê cidî ye. Ji bo çareserkirina vê krîzê, divê hemî rayedar û dezgeh yekser karên pêdivî bikin. Kêmbûna avê li gelek cihan dest pê kiriye û rewş dê di çend mehên pêş de xirabtir bibe.”

Şareza haydariyê didin û dibêjin, “Ji ber krîza kêmbûna avê û hişkesaliyê, gefek cidî li ser Tirkiyeyê heye û dibe ku Tirkiye di salên pêş de zêdetir bi krîza kêmbûna avê re rû bi rû bibe.”

 
Fly Erbil Advertisment