Rêvebirê Samanê Masiyan: Elektrîka 24 seetî gelek feyde bo projeyên hewzên masiyan hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêvebirê Samanê Masiyan li Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, zêdetirî 14 hezar donimên erdî ji bo projeyên xwedîkirina masiyan li Herêma Kurdistanê hatine terxankirin, herwesa zêdetirî 300 projeyên hewzên masiyan li Herêma Kurdistanê hene.
Rêvebirê Samanê Masiyan li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêstûn Bekir îro (Sêşem, 5ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Projeya Ronakiyê gelek feyde ji bo xwediyên projeyên çandiniyê hene, xasma jî ji bo xwediyên projeyên hewzên masiyan li Herêma Kurdistanê.”
Bêstûn Bekir herwesa got, “Her roj hejmareke zêde ya xwediyên projeyan bi peywendiyê bi me dikin, da ku rêkarên elektrîka 24 seetî bi cîh bînin. Ji bo vê armancê jî, Wezareta Çandiniyê bi Wezareta Elektrîkê re hevaheng e û hemî hêsankarî ji bo welatiyan kirine.”
Rêvebirê Samanê Masiyan amaje jî da ku, projeyên masiyan hewceyê bêtir elektrîkê ne, xasma jî bi şevê, ji ber ku bi şevê oksîjen kêm dibe û elektrîka berdewam hewce ye.”
Zêdetirî 14 hezar donimên erdî ji bo projeyên hewzên xwedîkirina masiyan li Herêma Kurdistanê hatine terxankirin û li çend cihan hejmareke zêde ya projeyên masiyan hene, wekî bajarkê Teqteqê, Komelgeha Sêgirdikanê, Komelgeha Rizgariyê û Komelgeha Aştiyê.
Herwesa li gorî amarên Wezareta Çandiniyê, zêdetirî 300 projeyên hewzên xwedîkirina masiyan li Herêma Kurdistanê hene.