"Hêvî bi Hunerê": Dîwarên Nexweşxaneya Hîwa bi 100 tabloyan hatin xemilandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di pêngaveke mirovî û hunerî de, bi dehan hunermend û wênekêşên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê, 100 berhemên xwe yên hunerî pêşkêşî Nexweşxaneya Hîwa ya taybet bi nexweşiya penceşêrê li Silêmaniyê kirin. Armanca vê pêngavê, bilindkirina morala nexweşan û xemilandina dîwarên nexweşxaneyê bi dîmenên xwezaya Kurdistanê ye.

Nêzîkî 60 hunermendan beşdarî vê kampanyayê bûn û 100 tablo û wêneyên ku piranî dîmenên payîza rengîn a xwezaya Kurdistanê nîşan didin, diyarî nexweşxaneyê kirin. Ev berhem li korîdor û cihên rûniştinê yên nexweşan hatin daliqandin, da ku derûneke aram û hêviyekê bidin nexweş û kesûkarên wan.

Wênekêş Nasih Elî Xeyat ku yek ji beşdarên projeyê ye diyar kir, huner xwedî bandoreke mezin a derûnî ye û got: "Weke ku derman ji bo laşê nexweşan pêwîst e, wêne û dîmenên xweşik jî dermanê ruh û derûna wan e. Me xwest em bi rêya van tabloyan, hêviyê ji xwezaya Kurdistanê bigihînin nexweşên hêja yên li Nexweşxaneya Hîwa."

Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Nexweşxaneya Hîwa, Dr. Yad Neqişbendî pêşwazî li vê pêngavê kir û amaje bi wê yekê kir ku ew ji ber qerebalixî û kêmasiyan nikarin bi têra xwe giringiyê bidin aliyê derûnî yê nexweşan. Dr. Neqişbendî got: "Dema nexweş li şûna dîwarekî spî yê bêruh, çavê xwe li dîmeneke xwezayî û rengîn digerîne, bêguman bandoreke erênî li ser derûna wî çêdike. Em spasiya van hunermendên hêja dikin ku bê beramber vê xizmeta mezin pêşkêş kirin."

Nexweşxaneya Hîwa weke navendeke sereke ya çareserkirina penceşêrê li Herêma Kurdistanê û Iraqê tê naskirin. Li gorî amarên fermî, tenê di şeş mehên destpêka îsal de, nêzîkî 2000 haletên nû yên penceşêrê li nexweşxaneyê hatine tomarkirin, ku hejmarek ji wan ji bajarên naverast û başûrê Iraqê ne.

Ev pêngava hunerî di demekê de tê ku pispor tekezî li ser wê yekê dikin ku piştgiriya derûnî û moral, beşeke girîng a proseya çareseriyê ye û dikare di têkoşîna li dijî nexweşiya penceşêrê de bibe alîkar.

 
Fly Erbil Advertisment