Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina dahatên neneftî gihişte Bexdayê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke hevbeş a Wezareta Darayî û Aborî û Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêma Kurdistanê, îro 6ê Tebaxê gihişte Bexdayê. Tê payîn ku şand bi hevtayên xwe yên di hikûmeta federal a Iraqê de bicive, da ku karên komîteya hevbeş a derbarê dahatên nenewtî de bi dawî bînin.
Li gorî zanyariyên ku K24 ji çavkaniyekê di Wezareta Darayî ya Iraqê de wergirtine, armanca sereke ya civînê, temamkirina karên komîteya ku ji bo lêkolînkirina dahatên nenewtî hatiye avakirin e. Divê ev komîte heta roja 10ê Tebaxê, raporta xwe ya dawî amade bike.
Serdana vê şandê di demekê de ye, duh Encûmena Wezîran a Iraqê bi serokatiya Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî civiya bû. Di civînê de, mijara mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ya derbarê radestkirina neft û dahatên neneftî de hatibû gotûbêjkirin.
Di heman civînê de, Wezîrê Neftê yê Iraqê Heyan Ebdulxenî ragihandibû, li gorî şopandina wan, asta berhemanîna neftê li zeviyên neftê yên Herêma Kurdistanê gihiştiye nêzîkî 130 hezar bermîlên rojane. Ebdulxenî herwiha razîbûna xwe nîşan dabû ku 80 hezar bermîl werbigirin û 50 hezar bermîlên mayî jî ji bo pêdiviyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bên bikaranîn.
Derbarê dahatên neneftî de, Wezîra Darayî ya Iraqê Teyf Samî diyar kiribû ku "heta niha raporta dawî ji aliyê komîteyên pêwendîdar ve negihiştiye destê wan." Ji ber vê yekê, Serokwezîr Sûdanî biryar da ku dema karê komîteyan hefteyeke din dirêj bike û ragihand, piştî temambûna karê wan, dê biryara dawî li ser şandina mûçeyan bide.
Li gorî rêkeftina nû ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de, heta ku berhemanîna neftê vedigere asta xwe ya berê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane hemû nefta berhemanî, ku nêzîkî 80 hezar bermîl e, radestî Kompanyaya SOMO ya Iraqê bike. Li hember vê yekê, hikûmeta Iraqê dê mûçeyê meha Gulanê û mehên din ên fermanberên Herêmê bişîne.