Qamişlo.. Çemê Ceqceq ji kaniya jiyanê veguheriye çavkaniya nexweşî û qirêjiyê

Qamişlo (K24) – Çemê Ceqceq ê ku demekê damara jiyanê ya bajarê Qamişlo bû, îro ji ber qirêjî û gemarê bûye çavkaniya nexweşiyan û metirsiyeke mezin li ser jîngeh û tenduristiya xelkê. Hewldana Şaredariya Gel a Qamişlo ji bo sergirtina çem, li şûna ku bibe çareserî, rastî nerazîbûneke mezin ji aliyê welatî, endezyar û jîngehdostan ve hatiye.

Çemê Ceqceq, ku ji Bakurê Kurdistanê diherike û di nava bajarê Qamişlo re derbas dibe, ji dema avabûna bajêr di sala 1924an de weke kaniya jiyanê dihat dîtin. Lê belê îro, bi bermayiyên zibil û ava qirêj a ku ji bajarê Nisêbînê yê Tirkiyeyê tê berdan, bi temamî gemarî bûye.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, Şaredariya Gel a Qamişlo projeyek amade kiriye ku beşeke 7 kîlometreyî ya çem bigire û li ser wê bazarekê ava bike. Lê belê ev proje ji aliyê gelek derdoran ve tê redkirin.

Endezyar Ala Hebo, projeya şaredariyê weke "şaştiyeke pir mezin" binav dike û dibêje ku çareseriyên bingehîntir hene. Hebo diyar kir: "Li şûna sergirtinê, divê projeyên ku berî 20-30 salan hatibûn amadekirin bên cîbicîkirin. Divê ava qirêj (sarfa sehî) bê paqijkirin û ji bo çandiniyê bê bikaranîn. Sergirtina çem ne çareserî ye, belkî pirsgirêkê kûrtir dike."

Welatî û xwedan karên li derdora çem jî ji projeyê ne razî ne. Welatiyê bi navê Ferhad Şêxo daxwaza projeyeke geştiyarî dike û dibêje: "Li şûna ku ser çem bigirin, bila paqij bikin û weke li Zaxoyê bikin seyrangeh. Ger ser çem bê girtin, di zivistanê de dema baran zêde bibare, metirsiya lehiyê û rabûna avê li ser malên me heye."

Komele û rêxistinên jîngehparêz ên li Rojavayê Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê projeya şaredariyê red kiribûn û ew weke "destdirêjî li ser jîngehê û nasnameya bajarê Qamişlo" bi nav kiribûn.

Çemê Ceqceq bi dirêjahiya 124 kîlometreyan diherike heta ku digihîje Çemê Xabûr. Berê zêdetirî 50 hezar donim erdên çandiniyê av dida. Lê îro ew çemê ku jiyan dida bajêr, li benda çareseriyeke bingehîn e ku wî ji qirêjiyê rizgar bike û careke din vegerîne serdema wî ya zêrîn.

 
Fly Erbil Advertisment