Dema temambûna cadeya Gomespan-Smaquliyê hat ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand, “Karkirina li ser projeya cadeya dualî ya Gomespan-Smaquliyê bi baştirîn awa û kalitî berdewam e.” Amaje jî da, “Tê çaverêkirin ku ew proje li dawiya Mijdara îsal bê temamkirin.”

Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di daxuyaniyekê de eşkere kir, “Projeya cadeya dualî ya Gomespan-Smaquliyê di çarçoveya pêşxistina bendava Gomespanê de wekî projeyeke stratejîk a geştiyariyê û pêşkeftina aborî bi bihayê 210 milyar dînaran ji aliyê Hêmin Groupê ve tê bicîhanîn.”

Omêd Xoşnaw ron jî kir, “Ew proje her du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê bi hev ve girê dide û cadeya derdora bendavê jî vedigire, dirêjahiya wê cadeyê 22 kîlometr e û şeş enderpas û sê overpas jî tê de hene.”

Du hezar karker û 600 alavên çêkirina rêyan bi du şeftan di wê projeyê de kar dikin. Ew cade dualî ye û firehiya her aliyekê wê 10 metr e. Ew cadeya dualî dê rêyên Hewlêr, Gomespan, Simaqulî, Sefîn, Ranya, Qeladiz û Silêmaniyê bi hev ve girê bide. Dema ku temam dibe, dê hatinûçûna şêniyên bi dehan gundên wê deverê jî hêsan bike.

 

 
Fly Erbil Advertisment