Bi 14 milyar dolarî, Sûriye pêngaveke dîrokî ya avadankirinê dihavêje

Navenda Nûçeyan (K24) – Li paytexta Sûriyeyê, Şamê, bi amadebûna Serokê Sûriyeyê Ehmed Şera, 12 peymanên mezin ên veberhênanê bi nirxê 14 milyar dolarî hatin îmzekirin. Ev pêngav weke destpêka qonaxeke nû ya avadankirin û geşepêdana berfireh li welêt tê dîtin ku dê binesaziya aborî û civakî ji nû ve şekil bide.

Merasîma îmzekirinê li Koşka Gel a Şamê pêk hat û tê de hate ragihandin ku Sûriye dikeve qonaxeke girîng a avadankirinê. Projeyên ku hatine ragihandin, dê ne tenê li Şamê, lê li çendîn parêzgehên din jî bên cîbicîkirin û armanc jê ew e ku bibin sedema guherîneke bingehîn di aboriya neteweyî de.

Projeyên Mezin ên Binesaziyê

Di nav van projeyan de, çend projeyên stratejîk û mezin hene ku dê binesaziya welêt bi awayekî berçav biguherînin:

- Projeya Firokxaneya Navdewletî ya Şamê: 4 milyar dolar

- Projeya Metroya Şamê: 2 milyar dolar

- Projeya Bircên Şamê: 2 milyar dolar

- Projeya Birc û Mola Beramkê: 560 milyon dolar

Tê payîn ku ev veberhênan ne tenê di warê binesaziyê de, lê di heman demê de ji bo peydakirina derfetên kar û avakirina baweriyê bi veberhêneran re jî bibin motoreke sereke. Peymanên îro weke destpêka serdemeke nû tên binavkirin ku armanc jê ew e Sûriyeyê bike navendeke dîrokî ya bazirganiyê û piştgiriyê bide geşbûna wê ya aborî.

Wezîrê Veguhestinê yê Sûriyeyê Yeirub Bedir

Wezîrê Veguhestinê: "Projeya metroyê ji bo Şamê pir pêwîst e"

Wezîrê Veguhestinê yê Sûriyeyê Yeirub Bedir, derbarê projeyan de got: "Ez bawer im ku ev proje gelek baş in. Bi taybetî projeya metroyê ji bo Şamê gelek pêwîst e û di dema cîbicîkirinê de dê gelek derfetên kar biafirîne. Herwiha dê di warên cuda yên binesaziyê de pêşketineke mezin çêbike. Bi van projeyan dê beşeke mezin ji qerebalixa Şamê çareser bibe, bi taybetî bi girêdana bi xalên transîtê yên li derdora bajêr, weke herêma Hîcazê ku xeta trênê lê ye. Ev ê sektora veguhestinê li Şamê bigihîne qonaxeke pêşketî."

Wezîrê Geştyariyê yê Sûriyeyê Mihemed Mazin Salahanî 

Wezîrê Geştyariyê: "Daxwazeke mezin li ser sektora geştyariyê heye"

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Geştyariyê yê Sûriyeyê Mihemed Mazin Salahanî bal kişand ser girîngiya veberhênanê di sektora geştyariyê de û got: "Daxwazeke mezin li ser veberhênana di sektora geştyariyê ya Sûriyeyê de heye, ji ber ku ev sektor ji ber şer gelek zirar dîtibû. Niha Sûriye ji nû ve radibe ser pêyan û şer bi dawî bûye. Veberhênerên Sûriyeyî yên li derveyî welat jî dixwazin di avakirina vê sektorê de cih bigirin. Pêdiviyeke mezin bi otêlan heye û me di vî warî de gelek peyman bi veberhêneran re îmze kirine."