Dawî li pirsgirêka avê ya Derbendîxanê tê: Projeya stratejîk ji nû ve dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Ava Derdora Silêmaniyê radigihîne, projeya stratejîk a ava Derbendîxanê, ku ji sala 2019an ve rawestiyabû, ji nû ve dest pê kiriye. Tê payîn ku proje di nava 9 mehan de biqede û bi temamî dawî li pirsgirêka kêmasî û qelîteya xerab a ava vexwarinê li navçeyê bîne.

Rêveberê Ava Derdora Silêmaniyê Şêrwan Cemal îro 7ê Tebaxê ji K24ê re ragihand: "Projeya ava Derbendîxanê ji sala 2019an ve kar tê de rawestiyabû. Di 15ê Tîrmeha îsal de biryar hat dayîn ku proje ji nû ve dest pê bike."

Cemal sedema rawestandina projeyê jî wiha anî ziman: "Ji ber ku pereyê wê yê heqkirî wernegirt, kompanyaya cîbicîkar çendîn caran proje rawestand û ji nû ve da destpêkirin. Lê belê, di 15ê Tîrmeha îsal de, budçeyek ji bo projeyê hat terxankirin. Piştî dayîna vî pereyî, pêwîst e kompanya di nava 9 mehan de projeyê bi dawî bîne."

Rêveberê Ava Dedorê Silêmaniyê amaje bi wê yekê jî kir, proje stratejîk û mezin e û navçe pêwîstiya wê bi projeyeke wiha hebû, "ji ber ku kelîteya ava Derbendîxanê ji ber bermahiyên kargehan ku diçin nav Çemê Tanceroyê, ne baş e." Ji ber vê yekê, di projeyê de yekîneyeke paqijkirin û parzûnkirinê heye ku dikare di saetekê de hezar metre sêcar avê paqij bike.

Li gorî daxuyaniyê, pêwîstiya Derbendîxanê di saetekê de bi du hezar metre sêcar ava vexwarinê heye. Li gorî peymana nû ya bi kompanyaya cîbicîkar re, biryar e proje di 15ê Nîsana 2026an de bi temamî biqede. Bi vê yekê, pirsgirêka kêmavî û kelîteya xerab a ava vexwarinê li Derbendîxanê dê were çareserkirin.