Hejmareke zêde ya gundiyên Soranê sîstema enerjiya rojê bi kar tînin

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberê Elektrîkê yê Soranê dibêje ku, di demeke nêzîk de elektrîka 24 seetî dê bigihîje tevahiya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê.
Rêveberê Giştî yê Elektrîkê yê Rêveberiya Serbixwe ya Soranê Erdewan Îbrahîm îro (Pêncşem, 7ê Tebaxa 2025ê) ji malpera Kurdistan24ê re got, “Li Rêveberiya Serbixwe ya Soranê, xasma li Barzan, Mêrgesor û Balekayetiyê, welatiyan berê xwe daye bikaranîna sîstema enerjiya rojê.”
Erdewan Îbrahîm herwesa got, “Piraniya gundiyan ji bo malên xwe enerjiya rojê bi kar tînin ji ber ku li gundan jeneratorên taybet tune ne. 12 seetan elektrîka niştîmanî heye, herwesa hin welatiyan wê bi kar tînin da ku zêdetir xercî li ser wan neyên tomarkirin.”
Rêveberê Elektrîkê yê Soranê amaje jî da, “Em berdewam piştgiriya welatiyan dikin ku berê xwe bidin sîstema enerjiya rojê.”
Navbirî di derheqa projeya Ronakiyê de jî got, “Elektrîka 24 seetî gihîştiye çend taxên navenda Soranê lê hin karên teknîkî mane û heta Cotmehê dê bigihîje tevahiya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê.”
Pêştir Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihandibû, “Li 81 dibistanên Hewler, Silêmanî, Dihok, Helebce, Kerkûk û rêveberiyên serbixwe sîstema elektrîkê ya rojê hatiye danan.”
Armanc ji danana wê sîstemê ew e ku elektrîka 24 seetî ji dibistanan re dabînkirin, ku bi vî awayî jî hewcedariya dibistanan bi jeneratoran namîne.
Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pênc milyar dînar ji bo dabînkirina elektrîkê ji 76 dibistanên din re bi eynî sîstemê terxan kirine. Ev pêvajo dê berdewam bike heta ku kareb ji bo hemî dibistan li seranserî Herêma Kurdistanê bi sîstema elektrîkê ya rojê bê dabînkirin.