Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê: Projeya Ronakiyê bûye sedema kêmbûna rûdanên elektrîkê

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê amaje da ku, sîstema agirvemirandinê li her du sûkên Qeyserî û Lengeyê yên Hewlêrê bi awayekî pêşketî hatiye bicîhanîn.
Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê Şaxewan Seîd îro (În, 8ê Tebaxa 2025ê) ji Peyamnêra Kurdistan24ê Şeyma Bayîz re got, “Di sê mehên îsal de, yanî di mehên Gulan û Hezîran û Tîrmehê de, hejmara rûdanan li gorî eynî mehên par 50% kêm bûye, ku hejmara wan 994 rûdan bûn, lê di sê mehên îsal de 540 rûdan hatine tomarkirin.”
Şaxewan Seîd herwesa got, “Sedema kêmbûna bûyeran ew e ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo me rêveberiyeke serbixwe damezrand û tevî veguhestina hejmareke mezin ji karmendan bo rêveberîya me, ji bilî ku hejmareke mezin a timbêlên agirvemirandinê û gelek alavên din hatine dabînkirin.”
Navbirî amaje jî da, “Par 730 rûdan ji ber şortên elektrîkê hatine tomarkirin lê îsal ji ber projeya Ronakiyê 340 rûdan hatine tomarkirin û bûye sedema kêmbûna rûdanên elektrîkê û şewatan.”
Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Hewlêrê li ser rûdanên xeniqînê jî got, “Îsal 14 rûdanên xeniqînê li rêveberiya me hatine tomarkirin, gelek ji wan rûdanan li wan cihan in ên ku avjenî lê qedexe ye.”
Şaxewan Seîd ron jî kir, “Li her du sûkên Qeyserî û Lengeyê yên Hewlêrê, sîstema agirvemirandinê bi awayekî pêşketî hatiye bicîhanîn, û dikandar jî bi awayekî pir baş pabendî wê sîstemê ne.”