Hêjîrên Akreyê bo Ewropayê hatine hinrdekirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hêjîr û tiriyên Akrê gihîştine û hejmareke zêde ya geştiyaran li rojên Înê serdana sûka kevin a wî bajarkî dikin.

Xalid Ehmed, ku ev gelek sal in li elweya kevin a Akrê hêjîran difiroşe, ji peyamnêrê Kurdistan24ê Arî Hisên re got, “Kalitiya hêjîrên îsal pir baş e û bala geştiyaran kişandiye, û hejmareke zêde ya şêniyên parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê ji bo kirîna hêjîran serdana me dikin û hin ji wan ji bo çêkirina mirebê dikirin.”

Xalid Ehmed amaje jî da, “Îsal me hêjîr hinardeyî Swêd, Brîtanya û Danîmarkayê kirine. Em wan baş dinixêvin, ji ber ku hêjîr ji berhemên din kêmtir xwe digire.”

Wî hejîrfiroşî behsa wê yekê jî kir ku, bihayê kîloyeke hêjîran di navbera çar heta hest hezar dînaran de ye.

Pêştir Rêveberê Çandiniyê yê Akrê jî amaje dabû ku, keşûhewa, berhemdariya axê û hebûna avê li wê deverê sedema wê ye ku hêjîrên Akrê xwedî kalitiyeke baş in, ji bilî ku tama wan ji ya hêjîrên hemî deverên din cuda ye.

Rêveberê Çandiniyê yê Akrê eşkere jî kiribû ku, celebekê hêjîran li devera wan heye ku heta payîzê jî dimîne û xwe li ber sermayê digire û herwesa li Akrê 250 hezar darên hêjîran hene.

Li bajarkê Akrê, Dînarte, Bicîl û çend gundên Girdesînê bi hêjîrên xwe navdar in.

 

 
Fly Erbil Advertisment