Komîsyona Parlamentoyê bi rayedarên payebilind ên ewlehiyê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyê, ku ji bo "pêvajoya aştiyê" hatiye avakirin, civîna xwe ya duyemîn li dar xist. Civîna ku bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş birêve çû, zêdetirî pênc saetan ajot û tê de kesayetên payebilind ên ewlehiyê amade bûn.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Parlamentoyê, Wezîrê Navxwe Elî Yerlîkaya, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Yaşar Guler û Serokê Saziya Îstixbarata Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin wek mêvan beşdarî civînê bûn. Hat ragihandin ku her sê berpirsan derbarê mijarên ewlekarî, berevanî û îstixbaratê de zanyariyên berfireh pêşkêşî endamên komîsyonê kirine û bersiva pirsên wan dane.

Yek ji xalên herî balkêş ên civînê, biryara li ser nepenîtiya wê bû. Civîn bi temamî ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin û biryar hat dayîn ku naverok, belge û tomarên civînê ji bo dema 10 salan neyên eşkerekirin.

Hat diyarkirin ku komîsyon dê xebatên xwe bidomîne û civîna sêyemîn dê roja Sêşema bê, di 12ê mehê de, saet 14:00an de bicive.