Li Dihokê sîstema girtî ya xwedîkirina masiyan tê damezrandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Dihokê, di demek nêzîk de dê sîstemeke nû û modern a xwedîkirina masiyan li cihên girtî were cîbicîkirin. Ev proje ku cara yekem e li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê tê avakirin, wek çareseriyekê ji bo pirsgirêkên hişkesalî û nexweşiyên masiyan tê dîtin.
Serpereştê projeyê Mihemed Sediq ji K24ê re ragihand, ev sîstem bi temamî ji rêbazên din ên xwedîkirina masiyan cuda ye. Herwiha got: "Ev sîstemeke bi temamî di bin kontrolê de ye. Tenê kesek dikare asta oksîjen, pileya germê û amonyakê di nav projeyê de kontrol bike."
Sediq herwiha bal kişand ser avantajeke din a mezin a sîstemê û got: "Cudahiya herî girîng ew e ku bi vê sîstemê mirov dikare di salekê de sê caran berheman biavêje bazarê, lê di projeyên din de salê tenê carekê berhem tê bidestxistin." Li gorî vê sîstema nû, di her dewreke berhemanînê de rêjeya masiyan digihîje zêdetirî 600 hezarî.
Ji aliyê xwe ve, Rêveberê Samanê Masî li parêzgeha Dihokê Rêdûr Sidqî da zanîn, pirsgirêkên wek hişkesalî, kêmbûna ava Bendava Mûsilê û belavbûna nexweşiyan ziyaneke mezin gihandiye sektora masîvaniyê û ev yek bûye sedem ku xwediyên projeyan li çareseriyên nû bigerin.
Sidqî ji K24ê re diyar kir, projeya herî mezin a li ser asta Herêma Kurdistanê niha li Dihokê ye û kapasîteya wê ya salane 1200 ton masî ye.
Diyar kir jî, heta niha masiyên curbecur di hewzên ji "fayber glas" û masiyên "selemon" jî di hewzên ji betonê de tên xwedîkirin, ku ev rêbaz jî wek rêbazên baş û standart tên dîtin. Lêbelê, sîstema nû ya girtî dê di warê berhemdarî û kontrolê de pêngaveke nû biafirîne.