4 xwendekarên Efrînê li ser asta Sûriyeyê bûn yekem

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê encamên ezmûnên qonaxa 9an eşkere kir. Di nav encaman de, 4 xwendekarên ji herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bi komkirina nimreyên tam an nêzîkî tam, serkeftineke mezin tomar kirin û li ser asta Sûriyeyê di rêzên yekemîn de cih girtin.

Encam duh, roja Înê 8ê Tebaxa 2025an, bi daxuyaniyeke fermî hatin ragihandin. Ev serkeftina xwendekarên Efrînî di nav şert û mercên dijwar de wek çavkaniyeke serbilindî û hêviyê hat pêşwazîkirin.

Xwendekarên Yekemîn ên ji Efrînê:

Nav û nimreyên xwendekarên ku pileya herî bilind bidest xistine wiha ne:

- Şîrav Tobal: 310 ji koma 310 puanan

- Perwîn Hiso: 310  

- Ronî Ebdulmecîd: 309,5  

- Şêrko Hido: 309,5  

Daneyên Fermî yên Wezaretê

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyeyê Dr. Mihemed Terko, îsal bi giştî 356 hezar û 193 xwendekar beşdarî ezmûnan bûne.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, rêjeya serkeftinê ya giştî li seranserî Sûriyeyê %49 e. Her wiha hat ragihandin ku hejmara giştî ya xwendekarên ku li ser asta welêt pileya yekemîn bi dest xistine 121 xwendekar in.